Li 8 bajaran piştgirî dan çalakiya grevê û hikumet şermezarkirin

Li 8 bajaran piştgirî dan çalakiya grevê û hikumet şermezarkirin

Li Mêrdîn, Edene, Amed, Îzmîr, Colemêrg, Îzmîr, Wan, Mûş û Erziromê, ji bo piştgiriyê bidin çalakiyên birçîbûnê û helwesta hikumeta AKP'ê şermezar bikin meş û xwepêşandan hatin lidarxistin.

MÊRDÎN

Bi hezaran kesên ku li ber Navenda Çandê ya Mîttanî ya Navçeya Nisêbînê ya Mêrdinê li hev kom bûn, ji bo piştgiriyê bide çalakiya gireva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger meş pêk anî. Di meşê de rêveberên BDP'ê, Şaredara Nisebînê Ayşe Gokkan, Nûneren MEYA-DER, aktivîstên Dayîkên Aştiye û DOKH'ê jî di nav de li gel girseya ku tevlî nimeja Înê bûn, meşiyan.

Bi hezaran kesên ku li hev kom bûn, pankartên "Heta ku Rêber Apo azad bibe serhildan dê mezin bibe û bigehije serkeftinê" û "Zirardayina Rêber Apo wê bibe sedema hilweşandina T.C'yê" vekirin û heta kolana Şîrîne ya Taxa Firatêmeş pêk anîn. Girseyê di meşê de bê navber sloganên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî serok Apo", "Ocalan" qêr kirin. Komê li kolna Şîrînê çalakiya rûniştinê pêk anî û piştî 5 deqîqeyan belav bûn.

Tevgera Jinan jî li Parka Barişê çalakiya rûniştinê pêk anî û piştgiriya xwe anîn ziman. Jinan di çalakiyê de sloganên "Jin ji mirinê re bê deng namînin", "Bijî berxwedana zindana" qêriyan û bandên reş li devê xwe girêdan.

Li ber Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê jî bi tevlîbûna Sedan kesan çalaki hate lidarxistin. Di çalakiyê de slogana "Ji bo jiyanek azad, mirinek birûmet", hate bezkirin. Di çalakiyê de dowîz û pankartên ku azadî ji Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ve dihat xwestin hatin bilindkirin. Çalakiya birçûbûnê ya li ber girtigehê berdewam dike.

EDENE

Endamên BDP'a Seyhana Edeneyê jî bi heman armancê di civîna meclîsa Şaredariya Seyhanê de bal kişand ser girevê û xwest her kes li hemberi çalakiyê hîstyar tev bigere. Gelek sazî û rêxistinên civakî jî bi heman armancê li Salona Şaxa Egîtîm Sen'ê civîna çapemeniyê pêk anî û xwest her kes li hemberî vê yekê rabin ser piyan.

Li Amedê jî 13 endamên KCD'ê ku ji 7'ê Mijdarê de dest bi çalakiya girevê kirin çalakiya xwe bi tevlîbûna Parlementerên BDP'ê Ozdal Uçer û Emine Ayna li Mêvanxaneya KCD'ê bedewam dikin.

Li Îzmir, Colemêrg, Wan, Mûş û Ezriromê jî biheman armacê çalakî hatin lidarxistin û pitgirî dan girtiyan. Di çalakiyan de helwesta hikûmeta AKP'ê hate şermezarkirin.