Li 7 navendên Swîreyê çalakiyên Şengalê

Di salvegara 3’emîn a Qetlîama Şengalê de li gelek navendên Swîsreyê bi sedan jin daketin qadan, qetlîam şermezar kirin, peyama “Me ji bîr nekir, nadîn ji bîr kirin” dan.

Di salvegera 3’emîn a Qetlîama Şengalê de li bajarên Zurîh, Basel, Lozan, Bern, St. Gallen, Kûzern û Wînterhûr di pêşengtiya Tevgera Jina Kurd a Swîsreyê de bi sedan jinên daketin qadan, qetlîam şermezar kirin. Çalakiyên ku Rêxistinên Jinên Femînîst ê Swîsreyê jî piştgirî kirin, diyar kirin ku divê di serî de piştgiriya jinên Êzidî û bi civak Êzidî re piştgirî bê kirin.

LOZAN

Di pêşengtiya Meclîsa Jinê ya Lajîn a Lozanê, li pêşiya Dêra St. Laûrant gelek Kurdistaniyê kom bûn, bi çalakiyên bêdeng ên lidar xisin qetlîama Şengalê protestokirin.

Di çalakiya alên PKK’ê, YPG’ê, YPJ’ê hate hildan posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan, bi hildana dowîzên bi zimanê Fransî bal kişandin ser qetlîamê.

Piştî çalakiya bêdeng a bi nîvsaetê dom kir û şûnde, di axaftinên hatin kirin de bal kişand ser asta qetlîamê, diyar kirin ku divê piştgiriya bi civaka Êzidî re bê mezinkirin.

BERN

Kurdistanî û dostên wan ên ku li Bern Weîsenhaûsplatzê di pêşengtiya Meclîsa Jinê ya Mizgîn a Bernê de kombûn, qetlîam protestokirin.

Çalakî bi rêzgirtina kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn û şûnde destpê kir, şanoyek ku di dema qetlîamê de çi hate jiyîn hate nîşandan.

Di axaftinên bi zimanê Elmanî û Tirkî hatin kirin de bal kişand ser pêkanînên di rewşa qetlîamê de hatin jiyîn, bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember bûyerên li Şengalê qewimî jî hate rexnekirin.

Di axaftinan de wiha hate gotin: “Weke jinên Kurd, qirkirin û qetlîama li ser civaka Êzidî hatî pêkanîn jî bîr nakîn û nadîn ji bîr kirin”, hat diyarkirin ji bo rizgarkirina jinên dîl ên di destê çeteyan de bang li civaka navneteweyî hate kirin.

Çalakî piştî axaftinên hatin kirin û şûnde bi dirûşam ve bi dawî bû.

ZURÎH

Li Zurîhê di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Bêrîtan de gelek kes li pêşiya Fraûen Munsterê kom bûn, qirkirina li ser civaka Êzidiyan protestokirin. Di çalakiya pankart û dowîzên qetlîam hate şermezarkirin de, axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku divê hêzê rêxistinê ya civaka Êzidî bê parastin û bê piştgirîkirin.

Di çalakiya polîtîkayên PDK’ê hate şermezarkirin de, bal hate kişandin ku ka çawa PKK’ê civaka Êzidî ji qirkirinê rizgar kiriye.

BASEL

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya Parlemtoya Baselê ku di pêşengtiya Meclîsa Jinê ya Ronahî ya Baselê de kom bûn, Qetlîama Şengalê şermezar kirin.

Di çalakiyê de bi armanca balê bikişînin ser fermanên heta roja îro li ser civak Êzidî hatiye kirin 72 find hatin pêxistin, bi nîşandana şanoyê bal kişand ser berxwedana li dijî qirkirin û qetlîama ku 3’yê Tebaxa 2014’an hate kirin.

Di axaftinên çalakiyê de hate kirin, bal hate kişandina ser berxwedana civaka Êzidî, ji bo qirkirin neyê ji bîr kirin, bang li civak navneteweyî hate kirin ku qirkirinê nas bike.

ST.GALLEN, LÛZERN, WÎNTERTHÛR

Bi heman armancê di pêşengtiya jinan de li bajarên St. Gallen, Lûzern û Wînterthûr ên Swîsreyê gelek Kurdistanî û dostên wan, Qetlîama Şengalê di 3’emîn slavegerê de protestokirin.

Di çalakiyê de pankart û dowîzên ku qetlîamê şermezar dikin hatin hildan, peyama ku qirkirina li dijî civaka Êzidî hatî kirin wê qet jî bîr nekin hate dayîn.