Li 3 bajaran girtin û binçavkirin
Li Amed, Şirnex û Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin, kesek jî hat girtin.
Li Amed, Şirnex û Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin, kesek jî hat girtin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin dewam dikin. Li navçeya Bismil a Amedê û li bajarê Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin. Li Şirnexê jî Rêveberê HDP’ê Abdullah Ogan hat girtin.
AMED
Li navçeya Bismil a Amedê wesayîtek ji aliyê polîsên Tirk ve hat rawestandin. Kesên bi navê Yûsûf Başkan, Sedrettîn Bîlîr, Omer Şîmşek û kesekî bi navê Ozgur ê paşnavê wî nehat hînbûn, ku di wesayîtê de bûn hatin binçavirin. Welatiyê bi lêdanê hatin binçavkirin, birin Amedê.
ŞIRNEX
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Rêveberê HDP’ê Abdullah Ogan ê duh danê sibehê di serdegirtina malê de li taxa Yafesê hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê derket pêşberî dozger û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Ogan bi hinceta hin kesan li ser îfade daye û "Hewl daye yekîtiya dewletê xwera bike" ji aliyê dadgeriya Tirk ve hate girtin. Hate hînbûn ku Ogan şandine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
ANTALYA
Li Antalyayê polîsan bi awayekî hemwext avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin, ku di nav de xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê Seher Beytaş, Emrah Çetîn û Hevberdevka MEYA-DER'ê ya Antalyayê Remziye Zengîn jî hene. Sedema operasyonê nehat hînbûn. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Antalyayê.