Kurdên li Tokyoyê di greva birçîbûnê de ne

Kurdên li Tokyoyê di greva birçîbûnê de ne

Li paytexta Japonya Tokyoyê bi dehan kes li ber avahiya NY’yê li hev civiyan û bi armanca piştgiriyê bidin girtiyên Kurd ên di girtîgehan de di greva birçîbûnê de rojek greva birçîbûnê li dar xistin.

Greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirk ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de kete roja 59’emîn. Kurd li her derê ku lê dijîn çalakî pêk tînin û banga hişyariyê li raya giştî ya navneteweyî dikin.

Kurdên li paytexta Japonya Tokyoyê dijîn jî piştgirî da greva birçîbûnê. Derdora 70 Kurd li Tokyoyê li ber avahiya NY’yê ji bo rojekê ketin greva birçîbûnê. Girseya beşdarî çalakiyê bû bê navber dirûşimên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotin û belavok belav kirin. Yek ji nunerên Japon ên NY’yê derket derve û guhdarî daxwazên çalakgeran kirin û dosyayek ji wan wergirt.

Her wiha, çalakgeran pankartek bi banda spî bi zimanê Japonî û Îngilîzî li ser “Çima cîhan bê deng e ?” nivîsandî vekirin. Çalakî heta saet 20.00 berdewam kir.