Kurdên li bajarê Giessena Almanya û derdorê wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi girtiyên di çalakiya birçîbûnê de gelek rêze çalakî pêkanîn.
Meclîsa Gel ya Kurdên Herêma Giessenê û Platforma Penaberên Demokratîk, di çarçoveya kampanya navnetewî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin standek hate vekirin û bi sedan îmze hatin komkirin. Hevdîtinek bi Şaredarê Giessenê re pêkanîn û têkildarî tecrîda li ser Ocalan û rewşa girtiyên di çalakiya birçîbûnê de dosyayek pêşkêş kirin, her wiha xwestin di van mijaran de hişyar bin.
Li bajarên Wetzlar û Dilleburgê jî bi armanca piştevaniya bi çalakgerên di çalakiya birçîbûnê de kon vedan. Di kona ku ji bo azadiya Ocalan standa îmzeyan hate danîn de, belavokên balê dikişînin ser rewşa çalakgerên di greva birçîbûnê de hatin belavkirin. Her wiha ji bo azadiya Ocalan bi sedan îmze hatin komkirin.
Di civîna ciwana ya li Limburgê de jî ji bo çalakiya birçîbûnê banga hîstiyarbûnê hate kirin, Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) li Zanîngeha Marburgê ji bo Azadiya Ocalan panelek li darxistin. Di panela ku eleqeyek mezin jê re hebû, 136 îmze hatin komkirin. Weke din li Marburgê bi yeketiya Dêran re hevdîtinek pêkanîn, xwestin Yekşemê rojên ayînî balê bikişînin ser çalakiyên birçîbûnê û banga hîstiyarê kir. Yeketiyê jî diyarkir ku, ew dê di rojên ayînî de çalakiya birçîbûnê bînin rojevê.
LI DORTMUND Û HAGEN’Ê JÎ PANKART HATIN DALIQANDIN
Li aliyê din li bajarên Dortmund û Hagenê jî pankartên balê dikişînin ser çalakiya birçîbûnê hatin daliqandin. Pankartên ku ji aliyê ciwana ve li cihên qelebalix ji bo rayagiştî hîstiyar bikin hatîn daliqandin demek dirêj daliqandî man. Ciwana ragihand ku, ji bo rayagiştî hîstiyartir bikin dê çalakiyên xwe berdewam bikin.