Bi armanca piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk, Kurdên li Almanyayê ji bo tevlî meşa 3’ê Mijdarê li Brukselê bibin diçin Belçikayê.
Çalakiya rûniştinê ya li ber Parlementoya Ewropa ya li Brukselê, bi armanca piştgiriya çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk ku kete roja 51’an, daye destpêkirin didome, Kurdistaniyên li Ewropayê jyan dikin xwe jib o meşa 3’ê Mijarê amade dikin.
DÊ KURDÊN LI ALMANYAYÊ JÎ TEVLÎ MEŞÊ BIBIN
Daxuyaniya ku Meclîsa Gel ya Frankfurt dayî banga tevlîbûnê kir. Got; “Deng bidîn dengê berxwedana zindanan. Pêwîste 3’ê Mijdarê hemû Kurdên li Frankfurt û derdorê wê li Brukselê bibin.”
Hate ragihandin ku, ji bo meşê dê otobus li ber Komeleya Çanda Kurdan ya li Frankfurt, Hanau, Offenbach û Russelsheimê rabin.