Kurdan li Toulouseyê meclîsa xwe ava kir

Kurdan li Toulouseyê meclîsa xwe ava kir

Kurdên li bajarê Franse Toulouseyê dijîn meclîsa xwe ya gel ava kirin. Alî Ataç bû serokê meclîsa ku ji komîsyonên cûda pêk tê.

Roja şemiyê, li salonek a navenda bajêr Kurdan kogreya xwe pêk anîn û meclîsa xwe ava kirin.

Kurdan di civînê de bal kişandin ser greva birçîbûnê û pêşketinên li Rojhilata Navîn û ji bo grevên birçîbûnê banga piştgiriyê hate kirin.

Piştre hilbijartin pêk hatin û ji komîsyonên meclîsê 30 kes hatin hilbijartin. Komsîyonên meclîsê:aşitî û lihevanîn, civakî, rêxistinî,çand, dîplomasî, jin, ciwan, bawerî û edalet.