Navenda Çanda Kurdan li bajarê Swîsre Bernê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan hate vkirin.
Nêzî 200 Kurdistanî beşdarî merasima vekirina komeleyê bûn. Di civîna hate lidarxistin de bal kişandin ser grevên birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan û pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin.
Di merasima vekirina komeleyê de bang li Kurdan hate kirin ku xwedî li komeleya xwe derbikevin û nunerê PYD’ê yê Swîsreyê derbarê xebat û pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê de agahî da.
Endamê Meclîsa Kanton a Bernê Haşim Sancar jî beşdar bû û diyar kir ku diyar kir ku vekirina saziyan girîng e û welat demokratîktir dike.
Hevseroka Federasyona Komeleyên Penaberan a Swîsreyê Emîne Sariaslan jî axivî û diyar kir ku ew weke federasyonê ji van xebatên bi vî rengî dilxweş in û ji bo têkoşîna azdiya gelê Kurd daxwaza serkeftinê kir.
Di merasimê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standên îmzeyan hatin vekirin û îmze hatin berhevkirin.