Kurdan li ber Wezareta Awusturyayê xwe zincîr kirin

Kurdan li ber Wezareta Awusturyayê xwe zincîr kirin

Komek Kurd li ber Wezareta Derve ya Awusturyayê bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê û bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya li hemberî grevê xwe zincîr kirin.

Komek Kurd li ber avahiya Wezareta Derve ya Awusturyayê li ber derî li ser nêrdîwanan çalakî li dar xistin û çalakgeran destê xwe bi nêrdîwanan ve girêdan.

Çalakger dirûşimên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên di greva birçîbûnê de diqîrin. Polîs dixwazin bi rayedarên wezaretê re hevdîtin pêk bînin. Çalakî didome...