Kurdên li Qibrisê dijîn, bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya ku ji aliyê zêdetirê 700 girtiyan ve hatiye destpêkirin, deriyê sînor ê Lokmaci yê di bin kontrola NY’yê de dagir kirin û çalakî li dar xistin.
Kurdan bi boneya balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya ku ketiye roja 50’emîn, deriyê sînorê ê Lokmaci yaê di navbera bakûr û başûrê Qibrisê de ye dagir kirin. Çalakiya nêzî 50 Kurdistaniyan berdewam dike.
Li ber Nunertiya Komîsyona Ewropa û Konsolosxaneya Belçîkayê ya li paytext Lefkoşayê jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Li vir komek nêzî 50 kes beşdarî çalakiyê bûn û bi rayedarên konsolosxaneya Belçîkayê re hevdîtin pêk anîn û bal kişandin ser çalakiya rûniştinê ya li ber Parlementoya Ewropayê