Kurd li Torontoyê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Kurd li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan û berxwedana gerîla silav kirin.

Kurdistanî bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê, li bajarê Toronto yê Kanadayê li hev civiyan û ji ber avahiya komeleyê heta qada Keele-Wilson ve meşiyan, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Li gel baranê jî Kurd bi qasî 2 saetan meşiyan. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û YPG/YPJ'ê hatin hildan.

Çalakgeran dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana gerîla", "Tirkiye ji Kurdistanê bicehime", "rejîma Tirk Kurdan qetil dike", "Bijî berxwedana Şengalê", "Azadî ji Abdullah Ocalan re", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Erdogan ê faşîst", "Bimire xiyaneta PDK'ê", "Bimire xiyanet", "Azadî ji Kurdistanê re" qîriyan.

'EM XWEDÎ LI XAKA XWE DERKEVIN, BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN'

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Êrişên li ser Kurdistanê li pêş çavên cîhanê têne kirin. Yên ku rê li ber komkujiyên dewleta Tirk a dagirker, xiyaneta PDK'ê û artêşa Iraqê vedikin, di serî de DYE û Elmanya hêzên navneteweyî ne ku bêdeng dimînin. Em wan dewletan şermezar dikin ku li hemberî komkujiyan bêdeng dimînin û erê dikin."

Çalakî bi sekna rêzgirtinê, xwendina sirûda Çerxa Şoreşê û dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.