Kose: Desthilatdarî li pey firsendê ye, felaket li ber derî ye!

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Şaziye Kose diyar kir ku desthilatdarî li pey firsendê digere û got, "Dibe ku mîna Îtalya û Spanyayê li Tirkiyeyê were. Dibe ku rewşa Tirkiyeyê ji ya wan xerabtir bibe."

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya ji Kedê Berpirsyar Şaziye Kose bi daxuyaniyekê got, "Desthilatdarî û sermaye li şûna ku li pey firsendê bigerin divê tavilê tevdîrên pêwîst werbigirin."

'REWŞA TIRKIYE WÊ XERABTIR BIBE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rejîm û desthilatdariya li Tirkiyeyê hem berpirsyarê hin xemsariyan e, hem jî sûdê ji tecrûbeyên dinyayê yên li dijî şewbê wernagire... Bi gotina 'Bila her kes rewşa xwe ya awarte bi xwe pêk bîne' berpirsyariyê dixe stuyê gel û kesan.

Eşkere ye ku wê mîna Îtalya û Spanyayê li Tirkiyeyê bê. Dibe ku rewşa Tirkiyeyê ji ya wan xerabtir bibe. Eger bi vî rengî bidome felaket li ber derî ye."

'TEVDÎRÊN LEZGÎN'

Di daxuyaniyê de ji bo karkerên li înşaetan dixebitin daxwaza van tevdîran hate kirin:

- Li her bajarên ku karkerên şantiyeyê lê hene 'navendên karantînayê' bên avakirin û pîvana 14 rojan bê bicihanîn.

- Piştî ku dema karantînayê bi dawî bû, cemawerî destûrên pêwîst bide wan ku biçin malê.

- Divê bê qedexekirin ku karker ji kar bên derxistin û destûra bi mûçe ji wan re bê dayin.

- Ji bilî tenduristî, xurek, hîjyen û lojîstîkê li sektorên din hemû divê tavilê hilberîn bê rawestandin."