Kopplîng: Bi milyar dolaran mal û milkê Malbata Barzanî heye
Rojnameger Zack Kopplîng sermayeya veşartî ya Malbata Barzaniyan eşkere kir û wiha got, “Em dikarin bi rehetî bibêjin ku bi milyar dolaran sermayeya wan heye”.
Rojnameger Zack Kopplîng sermayeya veşartî ya Malbata Barzaniyan eşkere kir û wiha got, “Em dikarin bi rehetî bibêjin ku bi milyar dolaran sermayeya wan heye”.
Rojnamegerê Emerîkî Zack Kopplîng ji Huseyîn Kalkan ê ji rojnameya Yenî Yaşam re derbarê sermayeya veşartî ya Malbat Barzanî axivî.
Kopllîng li gorî agahiyên di destê xwe de wiha sermaye Barzaniyan diyar kir:
“-Li Dubaî yê milkên bi sed milyonan.
-Projeya Zaîtoon Cîty 1,27 milyon dolar (nirxandinek ku ji aliyê fona razevaniyê a KRG ve hatî kirin)
-Rafînera Lanaz bi 300 milyon dolar (nirxandinek ku ji aliyê fona razevaniyê a KRG ve hatî kirin)
-Milkên li Dewletên Yekbûyî yê Emerîka nêzî 100 milyon dolaran.
-Nirxên şirketên weke Ster û Kar.
Zehmet e ku mirov bizane ka malbat çiqas pereyan rê ve dibe, lê li gorî agahiyên ji raya giştî re vekirî tên peyda kirin, em dikarin bi rehetî bibêjin ku bi mîlyar dolaran e.
Kooplîng di derbarê rêbaza pakkirina pereyan de wiha got:
“Dewletên Yekbûyî yê Emerîka destûr dide milkên anonîm û xwediyê şîrketan. Parêzer û şêwirmendên qanûnî heta ku xeletiyek nekin dikarin sermayê wan veşêrin. Ev tê wateya ku wê ev dahatûyek zêde bi xwe re bîne û bikarin sermaya xwe veşêrin.”
BARZANÎ Û PARÊZERÊN WAN JI PÛÇKIRINÊ TU DAXUYANÎ NEDAN
Kopplîng da zanîn ku ji bo pûçkirina vê nûçeyê Malbata Barzanî û parezerên wê tu daxuyanî nedane û got, “Her tişta ku min nîvîsandî hatiye piştrastkirin û xwe dispêre daneyan”
Kopllîng ji bo pirsa “Sermayeya wan tenê mal û milk e an jî nîşane hene ku li qadên din de jî razemenî kirine?” bersivek wiha da, “Agahiyên ku di çavkaniyên vekirî de hene bi şîrket û mal û milkên li Kurdistanê re eleqeder e”.
Nîvîsa ku Zack Kopplîng û Basma Humandî ji bo Amerîcan Prospectê nivîsînê eşkere kir ku Barzanî ji bo sermayêya xwe veşêre bi parezer Dan Wîthers re dixebitin.
Barzanî û parêzerê wî bersiv nedan hevdîtina Zack Kopplîn û Basma Humandî û di pirsên derheq vê de jî nebersivand.
Kopplîng nîvîsandiye ku Mesrûr Barzanî 12 hezar metrekare milk bi nirxê 18.3 mîlyonan kiriye û gelek milk li ser birayê xwe Muksî Barzanî keyd kiriye. Kopplîn di gotara xwe ya bi navê “Cowboy Drugstore” de, bi giştî sermayeya Barzaniyan a bir nirxê 75 mîlyar dolaran deşîfre kir. Kopplîn diyar dike ku Malbata Barzanî qasî 50 milyar dolar pere bi rê ve dibe.