Konferansa HDP’ê bi dawî bû
Konferansa Mezin a 4‘emîn a HDP’ê ya ji duh ve dest pê bûbû, bi dayîna biryarên li ser ekolojî û têkoşîna li dijî xizanî, siyaseta tecrîdê û polîtîkayên şer bi dawî bû.
Konferansa Mezin a 4‘emîn a HDP’ê ya ji duh ve dest pê bûbû, bi dayîna biryarên li ser ekolojî û têkoşîna li dijî xizanî, siyaseta tecrîdê û polîtîkayên şer bi dawî bû.
Konferansa Mezin a 4'an a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a du roj bûn li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet dihat lidarxistin bi dawî bû. Konferans bi dirûşmeya "Berxwedana Mezin Meşa Mezin" hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Birêvebir a Navendî, parlamenter, hevserokên bajaran, endamên Meclîsa Jinan, endamên Desteya Birêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Berdevka Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag Karahali, Hevberdevkên Partiya Çepgir a Kesk Ayşe Erdem û Îbrahîm Akin, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgeran Elîf Torûn Oneren, Hevserokên Partiya Damezirandina Jinûve ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ûgûrlû, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de 647 delege tev li konferansê bûn.
Konferans îro bi coşa jin û ciwanan dewam kir. Duh di konferansê de geşedanên li cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin niqaşkirin. Bi berfirehî li ser rol û rista sereke ya HDP'ê ya di siyasetê de, helwesta mixelefetê ya ji bo HDP'ê û polîtîkayên desthilatê yên ji bo domandina tehekuma wê hat rawestin.
Îro jî li ser birêxistinbûyînê, astengiyên li ber birêxistinbûyînê û avakirina komara demokratîk hat rawestin.
Piştî niqaşan pêşniyazên komîsyonan û niqaşa komîsyona navendî hat kirin.
BANGA MEŞÊ LI RÊXISTINÊN DEMOKRATÎK Û GEL HAT KIRIN
Her wiha di her du rojên konferansê de jî li ser Meşa Gemlîkê hat rawestin ku wê KCD, HDK û DBP 12'ê Hezîranê bi hev re li dar bixin hat rawestin. Di konferansê de ji bo meşa li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li ser Îmraliyê, bang li rêxistinên demokratîk û hemû welatiyan hat kirin. Di konferansa HDP'ê de ji bo meşa ber bi Gemlîkê ve, biryardariyeke mezin derket holê. Ji biryar û niqaşên giring yek jê jî komar bû. Beşdarên konferansê destnîşan kirin ku ew bi biryar in Komara Demokratîk ava bikin.
KONFERANS BI GIRTINA GOVENDÊ BI DAWÎ BÛ
Piştî niqaş û biryaran wêne hatin kişandin. Konferans bi berzkirina dirûşmeyên “Biji berxwedana HDP'ê” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû. Di dawiya konferansê de jin û ciwanan govend girt.
HDP, dê danezana xwe ya encamê ya konferansê van rojan bi raya giştî re