Konca: Heta ku vîna gel hebe, wekîltiya me jî wê betal nebe!

Besîme Konca ya HDP'yî, ku Meclîsa Tirk parlamenteriya wê betal kir got, "Heta ku vîna gel hebe, wê wekîltiya gel jî betal nebe."

Parlamentera Sêrtê ya HDP'yî Besîme Konca, di 3'ê Cotmehê de bi hevkariya AKP û MHP'ê wekîltiya wê li meclîsê hat betalkirin. 

Konca ku ji Îngîlîstanê vegeriya Tirkiyeyê, tevî hemû astengiyan hate navenda giştî ya HDP'ê û gel ziyaret kir. Konca bi çepikan û tilîliyan hate pêşwazîkirin. 

Konca li vir axivî û wiha got: "Min jî dixwest dema wekîltiya min betal kirin, li Civata Giştî ya Meclîsê amade bûma. Gelek tiştên ku min gotibûya hebûn. Piştî rêwîtiya balafirê ya 4 saetan ez hatim Stenbolê û min bihîst ku wekîltiya min betal kirine. Rewşa ku bi Seroka me Fîgen dest pê kir, bi wekîlên me Tûgba û Faysal dewam kir. Ev ê bidome û wê bêhtir wekîltiya wekîlên me betal bikin."

Konca nerazîbûn nîşanî serokwezîr da û wiha got: "Bi tezkereya Serokwezîr em nebûn wekîl. Em bi vîna gel bûn wekîl. Em wekîlên gel in. Em bi vîn û dengê bi mîlyonan mirovên xwe yên bi rûmet û hurmet, alîgirên aştî, demokrasî û mafên mirovan bûn wekîl. Ev vîn bi tezkereya Serokwezîr nayê pîvandin. Heta ku vîna gel wekîltiya me betal neke, wê wekîltiya me betal nebe."

Konca destnîşan kir ku êdî meclîs bê wate ye û wê ji niha û pê ve bêhtir li kolanan bin. Konca da zanîn ku wê li nava zeviyan, li febrîqeyan û li kolanan bi hev re bêhtir bixebitin û dengê xwe bi hêz bilind bikin û li dijî faşîzmê rawestin.