Komkujiya Şengalê li bajarê Bîelefeldê hate şermezarkirin

Komkujiya 8'ê tebaxa 2014'an a li Şengalê, di salvegera sêyemîn de li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê hate şermezarkirin.

Navenda Çanda Demokratîk a Bîelefeldê, bi vê armancê roja 5'ê Tebaxê meş û mîtîngek lidar xist.

Bi qasî 300 Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê fe faşîzma DAIŞ'ê û ehvkarên wan dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Xweseriya Şengalê wê civakeke azad bafirîne" hildan û bi qîrîna dirûşmên, "Bijî Serok Apo"," Bijî PYPG û YPJ", "Berxwedan jiyan e" dawî li çalakiya xwe anîn.