Komîsyona Girtîgehan ya di bin bangê Komîsyona Mafên Mirovan ya Meclîsê hate avakirin dê sibê biçe Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê û girtîgehê ziyaret bike.
Ziyareta girtîgehê dê di pêşengiya Serokê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan ya Meclîsê Parlementerê AKP'ê Ayhan Sefer Ustun de pêk bê. Serokê komîsyona jêrîn yê AKP'î Murat Yildirim û wekîlên partiyên muxalîf jî tevlî bibin. Endamên heyetê dê li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê girtiyên di çalakiya birçîbûnê de guhdar bikin û pişt re jî dê guhdariya rêveberiya girtîgehê bike.