Îro endamên Komîsyona Mafê Mirovan ya TBMM’ê piştî çalakiya birçîbûnê û rojiya mirinê ya di roja 51’an de ye, ji bo bigirtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê re hevdîtinê bikin hatin Bolûyê.
Piştî çalakiya birçîbûnê û rojiya mirinê ya li girtîgehan di bin serokatiya Serokê Komîsyona Mafê Mirovan ya TBMM’ê Ayhan Sefer Ustun heyetek îro hate Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê. Çav lê ye ku endamên komîsyonê di derbarê pirsgirêk û daxwazên girtiyên di çalakiya birçîbûnê de hevdîtinê bikin.