Bi sedan Kurdên sivîl ku di navbera Heleb û Efrînê de ji aliyê komên çekdarî hatin girtin, Kurdek di bin îşkenceyê de hate qetilkirin.
Malaçavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku, îro li tevahiya Sûriyeyê 33 leşker û 19 serhildêr jî di nav de herî kêm 80 kesan di bûyerên tundiyê de jiyana xwe ji dest dan.
Mala çavdêriyê ragihand ku, Kurdên ku ji aliyê “serhildêran” ve hatî revandin Kurdek ji wana roja Duşemê jiyana xwe ji dest daye. Mala çavdêriyê bertek nîşanî hinek koman da ku serî li rêbazên rejimê dane.
DIJMINÊN DEMOKRASIYÊ YÊN JI KAOSAN SÛDÊ WERDIGIRIN
Piştî komkujiya 25’ê Cotmehê ya li taxa Eşrefiye ya Kurdan ya li Helebê komên çekdar, di navbera Heleb û Efrînê de di noqteyên kontrolê de bi sedan Kurdên sivîl desteser kirin. Di encama hevdîtinan de piraniya wan serbest hatibûn berdan. Piştî komkujiya Eşrefiyeyê ku 10 sivîl hatin kuştin, YPG’ê jî misîleme kir û herî kêm 19 êrîşkar kuştibûn, gelek ji wana jî dîl girtibûn.
Midûrê Mala çavdêriyê Abdul Rehman got; “Li herêmên ku serhildêran artêş derxistî valehiyên ewlekariyê çêdibin. Hinek şerker bi çi awayî demokrasiyê naxwazin. Tenê xwedawendên şer yên ji kaosan sûdê digirinin.”