Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku di çarçoveya ‘Qanûna Dêrsimê’ de ya ku bi hejmara 2884 û di 25’ê Berfanbara 1935’an de hatibû amadekirin û di 4’ê Gulana 1937’an de bi biryara Desteya Wezîran li hemberî Dêrsimê operasyoneke leşkerî hatibû destpêkirin.
ÎHD’ê got “Di van operasyonan de bi deh hezaran Kurd û Elewî hatin qetilkirin. Vê operasyona leşkerî di sala 1938’an de jî domiya. Bi qetlîam û sirgunê li ser axa Dêrsimê mirov neman.
Em diyar dikin ku ev êrişên di navbera salên 1937 û 1938’an de hatine kirin qirkirin e û divê di warê hiqûqa mafên mirovan de hevrûyî vê trajediya dîrokî were kirin. Ji bo ev hevrûbûn pêk were û heqîqet derkeve holê, îradeyeke xurt a siyasî hewce ye.
Ji bo ku dewlet hevrûyî Dêrsimê bibe divê li meclisê Komîsyona Heqîqetê ya Dêrsimê were avakirin. Piştî qedandina karên komîsyonê divê sererastkirinên qanûnî were kirin, qirkirin were qebûlkirin, lêborîn were xwestin û li ser çareseriyên edaletê were sekinandin.
Divê navê Dêrsimê were îadekirin, cihên gora Seyîd Riza û hevalên wî were eşkerekirin, goristanên komî yên din jî li gorî isûlê were vekirin, aqûbeta zarokên keç ên saxî hatine girtin were eşkerekirin. Divê avakirin û xebatên HES û bendavên li Dêrsimê werin sekinandin, navendên baweriya xwezayî û çandî ya li Dêrsimê were parastin.”