KNK’ê ji bo girtiyan banga xurtkirina çalakiyan kir

KNK’ê ji bo girtiyan banga xurtkirina çalakiyan kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) berxwedana girtiyên Kurd silav kir û got: “Pêwiste gelê kurd, di vê qonaxa hassas û 60mîn roja greva birçîbûnê dilen azadiye de, bi têkoşîna xwe, rê li ber bûyerên drametîk bigire û dewleta AKPê jî di çemê edaleta lewitî û qirêj ya AKPê de bifetisîne.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî, berxwedana girtiyên Kurd ên ku 60 roj in di greva birçîbûnê de ne û çalakiyên Kurdan ên ji bo piştgiriya berxwedana girtiyan silav kir û banga xurtkirina piştgiriya bi çalakiyan re kir.

KNK’ê bal kişand ku greva birçîbûna girtiyên azadiyê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê kete roja 60’emîn û got; “Ev qonaxa herî krîtîk e û her saet, her deqîqe di jiyana girtiyên kurd de giring e. Dewleta AKPê, hîna siyaseta mijulkirinê dimesîne û kiryarên fasîzan li dijî gelê kurd zêde dike.”

KNK’ê di berdema daxuyaniya xwe de diyar kir ku di vê qonaxa ku şerê li Suriye, cîhana global kiriye du qutup, pengava dîrokî ya girtiyên azadiyê, li çar parçeyên Kurdistanê û li tevahiya cîhanê dengekî mezin veda û got; “Di heman deme de bûye xerca yekitiya gelên Kurdistanê teva. Gelê Kurd jî di nava yekîtiyek dilsoz de rabûye ser lingan û ligel pengava dîrokî ya dîlên azadiyê cihê xwe girtiye.”

KNK’ê tevahiya çalakgerên di greva birçîbûnê de ku canê xwe ji bo azadiya gelê kurd kirine mertal û têkoşîna gelê Kurd ya ligel girtiyan bi dilsozî silav silav kir û wiha domand:

“Greva birçîbûna ku di 12ê Îlonê de dest pê kir, ketiye qonaxeke metirsîdar. 5ê Mijdarê jî hejmara girtiyên di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de gihişt 10 hezarî. Desteka gelê Kurd, sazî û dezgehên sivîl ya partiyên siyasî jî bi heman dilsoziyê di asta herî jor de berdewam dike. Lê di vê qonaxa krîtîk de, pêwiste tevahiya gelê kurd, bi sazî dezgehên civakî û pîşeyî, bi tevahiya partiyên siyasî ve ligel girtiyên azadiyê cihê xwe bigirin. Daxwazên girtiyan demokratîk in û yên tevahiya gelê kurd in. Pêwiste gelê me jî, di her qada jiyanê de bi canfedayî ligel girtiyan têkoşînê bike. Ev têkoşîn, wê di vê pêvajoya dîrokî û hassas de bibe xwedî misyoneke çareseriya demokratîk.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wiha berdewam kir: “Di qonaxa ku metirsîniya trajediyeke li holê heye jî, dewleta AKPê helwesta xwe ya antî exlaqî, antî mirovahî û antî huquqî didomîne. Dixwaze ku gelê kurd di çemê qirêj yê edaleta AKPê de bifetisîne. Lê berxwedana girtiyên azadiyê li tevahiya cîhanê deng veda. Dîsa jî, xemsarî û bêdengiya dewleta AKPê, siyaseta mijulkirina AKPê di asta herî kirêt de berdewam dike.

Daxwazên girtiyên kurd, maqul in û ji aliyê tevahiya cîhanê ve bi erênî hatin nirxandin. Di bangên siyasetmedar, sazî û dezgehên siyasî û civakî yên cîhanê de, ev daxwaz maqul, rewa û demokratîk hatin binavkirin. Di çareseriya pirsgirêka kurd de di demokratîkbûna Tirkiyê de û ji bo aştiyek mayinde jî wek bingeh hatin nirxandin. Lê dewleta AKPê, dixwaze ku vijdanê raya giştî ya cîhanê teva, di çemê edaleta AKPê ya lewitî û qirêj de korr u kerrende bike. Bi vê mebestê berxwedana dîrokî ya girtiyên azadiyê û dijberiya gistî û hevreyî ya gelê kurd, ya partiyên siyasî, sazî û dezgehên çand, civakî û pîşeyî giring e, xwedî rol û misyoneke çarenûsî ye.”

KNK’ê da zanîn ku Kurdistan û Rojhilata Navîn teva, di pêvajoyeke pirr hassas û dîrokî re derbas dibe û wiha pêde çû: “Di vê pêvajoya ku herêm tê dizaynkirin de, gelê kurd xwedî rol û misyoneke sereke ye. Pengava dîlên azadiyê û desteka gelê Kurd jî, rol û mîsyona dîrokî ya gelê kurd bêhtirîn bi hêz dike û statuya siyasî jî, li hêzên herêmê û cîhanê teva ferz dike.

Di vê qonaxa ku li ser dahatuya Rojhilata Navîn civînên giring çêdibin de, herçiqasî desthilatdariya AKPê dixwaze ku gelê kurd, li Bakurê Kurdistanê bi trajediyek nû re rû bi rû bihêle jî, têkosîna gelê kurd, wê hewldanên AKPê ya xayinane u gunehkar berteref bike. Deweleta AKPê, ketiye nava erdhejeke têkçûnê, li hundir û derve desteka xwe winda dike. Bi vê mebestê têkosîna gelê kurd ya di nava yekîtiyek dilsozî û şoreşger de giring e û wê faşîzma AKPê têk bibe.”

Konseya Rêvebir a KNKê ev bang kir: “Em weke KNKê, car din pengava dîrokî ya girtiyên azadiyê bi dilsozî silav dikin û têkosîna gelê kurd, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pîroz dikin. Pêwiste gelê kurd, vê têkoşîna xwe bi dijwarî berdewam bike û pengava dîlên azadiyê, bi têkoşîn û berxwedana canfedayî radestî xwe bike. Pêwiste têkoşîna gelê kurd, dewleta AKPê mecburî gavavêtinên dilsozî bike, da ku bûyerên naxoş dernekevin holê. Dibin pêsengiya girtiyên azadiyê de, firseta dîrokî hatiye bidestxistin û wijdana raya giştî ya cîhanê rakiriye ser lingan. Di vê qonaxa ku qedera Rojhilata Navîn tê destnîsan kirin de, navenda lîstikan teva Kurdistan e. Pêwiste gelê kurd firseta dîrokî ji destên xwe bernedê û dinava yekîtiyek dilsoz de, têkoşîna xwe bê rawestandin bidomîne, statuya xwe ya siyasî li tevahiya hêzên herêmê û cîhanê ferz bike.

Pêwiste gelê kurd, di vê qonaxa hassas û 60mîn roja greva birçîbûnê dilen azadiye de, bi têkoşîna xwe, rê li ber bûyerên drametîk bigire û dewleta AKPê jî di çemê edaleta lewitî û qirêj ya AKPê de bifetisîne.”