Kişanak: Em dê sibe li Batikentê bin

Kişanak: Em dê sibe li Batikentê bin

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak bersiv da biryara Waliyê Amedê ya qedexekirina mitîngê. Kişanak derbarê qedexekirina mitînga "Ji bo jiyanek azad hevgîna wîjdanan" de wiha got: "Dema ku mirovan bedena xwe da ber mirinê û ketibin greva birçîbûnê bêdengî nayê qebûlkirin. Em dê sibê li qada Batikendê ligel gelê xwe bi girseyi helwest û bertêkên xwe bînin ziman. Çi dibe bila bibe em dê astengiyan nas nekin û bimeşin qadê."

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak derbarê biryara Waliyê Amedê ya qedexekirina mîtîngê de daxuyaniyek da. Kişanak ji bo mîtînga bi hişyariya "Ji bo jiyanek azad hevgîna wîjdanan" ku sibê li qada Îstasyonê bihata lidarxistin û Walî qedexe kir ji ajansa nûçeya ya dîcle DÎHA'yê re axivî. Kişanak diyar kir ku, biryara walî li dijî hiqûq û demokrasiyê ye û wiha got:

"Biryar li dijî mafê azadiya heq û hiqûqê ye. Mîtîng û banga raya gişti mafeki zagonî û mirovane ye. Em mafê xwe yê zagonî bikar tînin. Lê Waliyê Amedê carek din sûcê zagonî dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtîgehan di roja 52'an de berdewam dike. Girtî her saniye û deqîqeyê bêtir nêzî mirinê dibin. Em dê bi vê mîtîngê bang li wijdanê mirovan bikin. Ji bo ku me di wijdanê mirovan û cemaweriyê de hîstiyarikê ava bikin em vê mîtîngê armanc dikin.

'BIRYARA WALÎ DÊ BÊ PROTESTOKIRIN'

Kişanak destnîşan kir ku, ew dê bi tu awayî biryara walîtiyê qebûl nekin û sibê di demjimêr 12.00'an de bi tevlîbûna Hevserok û parlementerên BDP'ê hevserokên KCD'ê û nûnerên saziyên sivîl jî di nav de bi girseyî li qada Batikentê kom bibin. Em dê heta dawî mafê xwe yê demokratîk bikar bînin. Em dê di mafê xwe yê demokratîk de bi israr tevbigerin. Em nikarin li hemberi mirinê bêdeng bimînin. Ger ku li girtîgehan mirov ji bo daxwazên me bedena xwe bidin ber mirinê em jî dê li dengê wan xwedî derkevin. Em dê sibê vê helwesta xwe bidin nîşandan."