Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çep a Kesk Cahît Kirkazak diyar kir hilbijêrên HDP û Partiya Çep a Kesk ji hilbijartinê re amade ne û got “Beşeke zêde ya civakê hay ji Partiya Çep a Kesk hebûn bi tenê li bendê bûn ku navnîşan were diyarkirin.”
Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çep a Kesk Cahît Kirkazak ji ANF’ê re axivî. Kirkazak diyar kir li hemberî îxtîmala girtina HDP’ê ji bo ku ew gel bêyî alternatîf nehêlin xebatên rêxistinkirinê zêdetir kirine û got “Partiya Çep a Kesk li 51 bajar û li 235 navçeyan rêxistinkirî bû. Li gelek bajaran rêxistinkirina me didome. Armanca me ew e ku beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê li 81 parêzgehên Tirkiyeyê bi rêxistin bibin. Ji Behra Reş bigire heta Egeyê, ji Derya Spî bigire heta hemû bajar û navçeyên Kurdistanê. Bingeha HDP û Partiya Çep a Keskan ji bo hilbijartinê bi tevahî amade ne. Haya piraniya civakê ji Partiya Çep a Kesk heye. Ew li bendê bûn ku navnîşek yekane were xuyang kirin. Em niha ji bo hilbijartinê amade ne.”
ARMANCA ME JI SEDÎ 20 E
Kirkazak, anî ziman ku armanca wan weke partî ew e ku ala HDP’ê heta roja îro aniye bi pêş ve bibin û got, “Weke Partiya Çep a Kesk em ji HDP’ê ne cuda ne, em pêkhateyên hevpariya têkoşînê ne. Wezîfeya me ew e ku em ala ku HDP'ê aniye bilindtir bikin. HDP'ê di hilbijartinên 2015'an de ji sedî 13,2 bi dest xistibû. Civak bi vê yekê dizane; heta niha hêvî di HDP’ê de bû. Li dijî faşîzmê ev 7 sal in çav û guhê her kesî li HDP’ê ye, ji ber ku li ber xwe da û çareseriyê pêşkêşî HDP’ê kir. Bi rastî jî berxwedana HDP’ê kîmyaya desthilatdariya faşîst şikand. Niha her kes difikire ku Partiya Çep a Kesk wê bibe sereke. Ji bo me arîtmetrîka parlamentoyê pir girîng e. Armanca me ew e ku em ji sedî 20 derbas bikin û bi hejmareke cidî li Meclîsê cih bigirin. Her kesê ku komareke demokratîk dixwaze ku ji zilma sîstemê mexdûr bûye, Partiya Çep a Kesk partiya wan e. Em di wê baweriyê de ne ku her kesê demokrasî, azadî, aştî û hemwelatîbûna wekhev dixwaze, wê li gorî girîngiya xwe hilbijartinan bike.”