KÎD: Em ê li gel dayikên xwe yên birîndar bin
KÎD: Em ê li gel dayikên xwe yên birîndar bin
KÎD: Em ê li gel dayikên xwe yên birîndar bin
Ji bo 500. çalakiyên Dayikên Şemiyê ji Kongreya Îslamî ya Demokratîk jî piştgirî hat.
Dayikên Şemiyê ku ji 27’ê Gulana 1995’an heta niha ji bo aqubeta xizmên xwe yên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin windakirin her rojên Şemiyê li Qada Galatasarayê dihatin cem hev, vê hefteyê cara 500. tên cem hev.
Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) jî wek gelek aliyan dê sibê li gel Dayikên Şemiyê cih bigire. Di daxuyaniya ku ji aliyê DÎK’ê ve hatiye dayîn de wiha hate gotin: “Ji bo em ji zilm û zorê re bêjin ‘bes e’ û ji mirinên kiryar nediyar re bêjin ‘na’ em li gel dayikên xwe yên bi êş û birîndar bin. Em ê roja Şemiyê wek Kongreya Îslamî ya Demokratîk di çalakiya 500 a Dayikên Şemiyê de cih bigirin.”