Keştiya ku welatiyên Başûrê Kurdistanê tê de bûn li Behra Reş noqî avê bû
Keştiya ku welatiyên Başûrê Kurdistanê li nav bûn ku dixwestin li ser Tirkiyeyê re debasî Ewropa bibin li Behra Reş noqî avê bûn. Agahî ji 57 kesan nayê girtin.
Keştiya ku welatiyên Başûrê Kurdistanê li nav bûn ku dixwestin li ser Tirkiyeyê re debasî Ewropa bibin li Behra Reş noqî avê bûn. Agahî ji 57 kesan nayê girtin.
Li Behra Reş keştiya ku 82 koçberên Başûrê Kurdistanê li nav bûn noqî avê bû. Keştiya ku piranî welatiyên Başûrê Kurdistanê û koçber li nav bû li ser Tirkiyeyê re derbasî Romanyayê bibin, li Behra Reş noqî avê bû û agahî ji 57 kesan nayê girtin.
Li gorî nûçeya Kurstat News a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, keştiya ku 82 koçber ku di nav de jin û zarok jî hebûn, li Behra Reş noqî avê bûye.
Piştî noqîavêbûna keştiyê tîmên ewlehiya peravê hatin cihê bûyerê, 25 kes rizgarkirin. Têkildarî aqûbeta 57 kesên din ti agahiyek ne hate standin.