Piştî bi rengekî biguman Garîbe Gezer li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kandirayê li hicreya yek kesî jiyana xwe ji dest da dîsa bala mirovan çû ser pergala tecrîda giran a li girtîgehan.
Gezer a ku ev 7 meh in li Girtîgeha Kandirayê di şertên dermirovî de dihate girtin, ji bo ku li dijî van kirinan radibû qerdiyanan gelek caran êşkence lê kir û êrîşa zayendî birin serê. Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn çawa ku bi êşkenceya ser Gezer dibihîst diçe girtîgehaê wekaletê distîne û gilih dike.
Keskîn dibêje Gezer jineke pir xurt bû û didomîne, ''Beriya bi mehekê dema ku li girtîgehê min ew dîtî, li cem min bi israr daxwaz û giliyên xwe li ber qerdiyanan dikir. Ji vî alî ve Garîbe jineke wiha bû ku xweş bi heqê xwe dizanîbû û serê xwe neditewand.''
Keskîn diyar kir ji bo ku ew xweş bi sedmea mirina biguman hîn bibin li hêviya rapora otopsiyê ne û got, ''Xwekuştin an jî cinayet, bi her hawî di bin 'parastin'a dewletê de bû. Ez gotina parastinê di nav neynûkê de bi cih dikim, ji ber ku evder girtîgeh e, ji ber vê ji mirinê jixwe îdare berpirs e. Heke Garîbe xwe kuştibe jî ya ku ew ber bi xwekuştinê ve birî pergala îzolasyonê û zilm e.''
Keskîn her wiha diyar kir ew ê rapora Saziya Tiba Edlî bibin cem profesorên tiba edlî yên pêbawer û got ew ê heta dawiyê rûdanê bişopînin.
Keskîn got Garîbe keça malbateke wiha bû ku weke gelek malbatên Kurd bi êş û travmayên mezin e, birayekî wê hatiye qetilkirin, yek jê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye şehtkirin û birayê wê yê dî jî li girtigehê ye.
Keskîn diyar kir şertên ku Gezer tê de bû ji ya hicreyê girantir bû û got, ''Li girtîgehê pergala îzolasyonê jixwe rêbaza êşkenceyê ye. Di girtîgehên bi tîpên îzolastonê de avaniyeke dî ya hicreyê heye ku ji bo cezayên disîplînê têne bikaranîn. Garîbe li wir dihate girtin û li dijî vê xwedî helwesteke tund bû. Tim li dij radibû. Heftiya bihurî dema ku bi xwîşka xwe re axiviye jê re gotiye cezayê hicreyê yê 20 rojan dane wê. Sedemên cezayên disîplînê û hicreyê hingî wiha deraqil in û dermirovî ne, ji bo ku li dijî neheqiyan radibin van cezayan didin. Garîbe bi rengekî pir sirûştî nedixwest ku vî cezayê hicreyê bikişîne.''
Şaredariya Mêrdînê wesayita cenazeyê neda ku pê cenazeyê Gezer bibin, her wiha polîsan nehiştin ku jin tabûtê jî rakirin. Keskîn li dijî vê helwest nîşan da û got ,''Mixabin bêhurmetiya dema ku mirov dijî lê rast tê piştî mirinê jî didome.''
Keskîn diyar kir cihê vî tiştî di dîn, baweriyê de nîne, di Peymana Hiqûa Şer a Cenewreyê de jî nîne, ku Tirkiyê ev peyman îmze kiriye.
Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn her wiha got ew ê heqê xwe yê ku ji hiqûqa navxwe û navnetewî tê heta dawiyê bi kar bînin.