Keskên Swêdê: Daxwazên girityan daxwazên me ne

Keskên Swêdê: Daxwazên girityan daxwazên me ne

Berdevka Peywendiyên Derve ya Partiya Keskan a Hawirdorê ya Swêdê Bodil Cebellos da zanîn ku bêdengî û xemsariya hukûmeta Tirk a li hemberî greva birçîbûnê ya ku ji 12’ê îlonê ve berdewam dike mirov dixe nava fikaran û diyar kir ku ji bo rê li mirinan bê girtin, divê daxwazên girtiyan bên pêkanîn.

Berdevka partiyê da zanîn ku wana weke Keskên Partiy Çepgir, gelek caran daxwazên perwerdehiya bi zimanê zikamkî û parastina bi Kurdî anîne rojeva Parlementoya Swêdê û da zanîn ku ji bo pêkhatina vê yekê têdikoşin.

Cebellos got: “Em her tim got ku divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên aşitiyane û diyalogê çareser bibe. Ger hûn dixwazin pirsgirêke ûpevçûnekê çareser bikin, hûn neçar in her du aliyan bînin ba hev. Ji bo pêkhatina vê yekê jî divê beriya her tiştê tecrîda neheq a li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Ger tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin û hevdîtinên aşitiyê neyên destpêkirin, dê Bakûrê Kurdistanê bibe qada şer û pevçûnan.”

Cebellos destnîşan kir ku wana berê jî van daxwazên girtiyan anîne rojevê û bang li rayedarên Tirk kir ku bêyî ku girtî seqet bibin an jî jiyana xwe ji dest bidin, daxwazên girtiyan pêk bînin. Her wiha ji ber bêdengî û xemsariyê rexne li Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt jî hate kirin û jê hate xwestin ku bikeve dewrê.

DI PARLEMENTOYAÊ DE NÎQAŞA TIRKIYEYÊ

Endamê heman partiyê Jabar Amin jî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê duh anî rojeva Parlementoya Swêdê. Amîn da zanin ku tevî rojnamevan, parêzer û sendîkavan zêdetirê 8 hezar kes ev sê sal in girtî ne û ev du meh in girtî ji bo mafê xwe yê parastina bi zimanê zikmakî di grev abirçîbûnê de ne û ji wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt pirsî kaê dê ji bo çareseriyê tiştek bike an na.

Bildt diyar kir ku ev yek çavkaniya xwe ji zagona dijwar a li dijî terorê digire û îdîa kir ku li Tirkiyeyê ji bo kesên bi tirkî nizanin werger tên diyarkirin. Bildt diyar kir ku Tirkiye ji bo parastina bi zimanê zikmakî pêşnûmeyek pêşkêşê meclîsê dike û ragihand ku ew dixwazin ku ev pêşnûme were qebûlkirin.

Amin piştî Bilt mafê axaftinê girt û diyar kir ku gotinên Bilt ne rast in û bal kişand ku ew bûne şahid ku mafê parastina bi zimanê zikmakî hatiye qedexekirin. Pirsa “Gelo welatek berendama YE’yê 8 hezar mirovên polîtîk bigire, ev çiqas mantiqî ye” pirsî.