Koma parlementoyê ya Partiya Keskan a Franseyê ku di asta wezîran de di nava hukûemta Frensî de cih digirin, têkildarê grevên birçîbûnê yên ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin, nameye ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan re şand û xwestin ku daxwazên Kurdan ên ku muzakereyên bi Ocalan re jî di nav de bêne qebûlkirin.
Koma Partiya Keskan a Parlementoya Franseyê ku 17 encamên wê hene nameyek der barê grevên birçîbûnê yên girtiyên Kurd de ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan re nivîsand. Ev partiya Keskan di nava hukûmeta sosyalîst de du bi du wezîran “Wezareta Rûniştgeh û Delegeya Geşedanê) tê temsîlkirin.
Koma Keskan got; “Di zêdetirê 60 girtîgehên Tirkiyeyê de bi sedan girtiyên Kurd greva birçîbûnê hatiye destpêkirin û ev tevger gihiştiye astek bêhempa.”
Parlementerên Partiya Keskan a Franseyê bi bîr xist ku hempîşeyên wan û parlementerên dost, şaredar, serokên herêmêman û parêzer jî tevlî vê greva birçîbûnê ne.
Di nameyê de ku kopiyek wê gihişt ANF’ê wiha xîtabê Serokwezîrê Tirk Erdogan tê kirin: “Çalakgerên greva birçîbûnê ji hukûmeta we dixwazin ku ji bo hûn pirsgirêka Kurd çareser bikin, bi Abdullah Ocalan re dest bi muzakereyê bikin. Her wiha, dixwazin tecrîda li ser Ocalan a ku ev zêdetirê salek û nîv e tê pêkanîn bê rakirin.”
Koma Keskan dibêje; “Greva birçîbûnê ket asteke krîtîk” û da zanîn ku tevî gelek saziyên sivîl ên piştgiriyê didin van çalakiyan û malbatên girtiyan ji rewşa tenduristiyê ya girtiyan bi fikar in.
Koma Keskan gumanên xwe yên li hemberî greva birçîbûnê anî ziman û got; “Encama wê dê ji bo hemû kesê giran be” û ji bo bidawîbûna vê çalakiyê xwestin ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.
Navên parlementerên îmzeya wan li binê nameyê hene wiha ne: Jean Louis Roumegas, Noel Mamere, Véronique Massonneau, Sergio Coronado, Eric Alauzet, Danielle Auroi, Isabelle Attard, Barbara Pompili, Denis Baupin, Laurence Abeille, Brigitte Alain, Christophe Cavard, Paul Molac, Michele Bonneton, François Michel Lambert, François de Rugy, Eva Sas