Hasan Kaçar ku di di girtîgeha Rizeyê de dimîne, ji bo piştgiriyê bide greva birçîbûnê, 10 rojan ket greva birçîbûnê û piştre hewl da xwe bikuje. Hat diyarkirin ku rewşa wî ber bi başiyê ve diçe. Kekê Hasan Kaçar, Mahmût Kaçar jî îdîayên Alîkarê Serokê AKP’ê Omer Çelîk a bi awayê “Zorê li kesên dest ji grevê dikin ku xwe bikujin” derewand û got; “Hevalên wî nexwestine ew tevlî greva birçîbûnê bibin jî.”
Girtiyê Kurd Hasan Kaçar, 10 sal in di girtîgehê de ye. 29 salî ye. Ev 2 sal in di Girtîgeha Tîpa L ya Kalandere ya Rizeyê de tê ragirtin. Xwest tevlî greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin bibe. Hevalên wî jî ji ber nexweşiya wî ya romantîzma û pirsgirêkên din nexwestin tevlî grevê bibe. Vê carê tenê ji bo 10 rojan tevlî greva birçîbûnê bû. Di roja dawiyê de hewl da xwe bikuje.
'HEVALÊN WÎ XWESTIN DEST JÊ BERDE'
Kekê Hasan Kaçar, Mahmût Kaçar, diyar kir ku rewşa tenduristiya birayê wî ber bi başiyê ve diçe û diyar kir ku gava ew çûne serdana wî gotiye 'Hûn çima hatin'.
Mahmût Kaçar wiha got; ''Ji bo piştgiriyê 10 rojan ket greva birçîbûnê. Lê hevalên wî ji ber pisgirêkên tenduristiyê nexwestin bikeve grevê. Piştî roja 10’emîn hevalên wî gotin 'rojên te qediya'. Piştre xwarin xwariye û çû û hewl da xwe bikuje. Piştre hevalên wî pê hesiyane. Dermanên gelek giran xwariye. Dibe bibin sedema penceşêr û weremê jî."
'HEVDÎTINA SERVEKIRÎ QEDEXE DIKIN'
Kaçar da zanîn ku rêveberiya girtîgehê der barê rewşê de agahiyên berfireh nedaye wan û got: ''Her tim hevdîtina servekirî tê qedexekirin. Em nikarin hevdîtin pêk bînin. ''