Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) li ser êrişên li dijî Şengalê ku vê dema dawiyê zêde bûne daxuyaniyek da.
Koordînasyonê bal kişand ser destwerdan û êrişa leşkerên Iraqê ya li navçeya Sinûnê ya Şengalê, ku di encama gulereşandinê de 2 ciwanên Şengalê birîndar bûn ku yek ji wan nûçegihana Çira TV Nesrîn Hesen e.
Koordînasyonê ev êriş weke heman feraseta DAÎŞ'ê ya li dijî civaka Êzidî pênase kir û got, "Di rojên cejn û rojiyên civaka me de li Şengalê êrişên bi vî rengî tên kirin. Ev yek jî karakter û armanca dewleta Tirk, rêveberiyên Bexda û PDK'ê radixe pêş çavan. Ev êriş teqez dijminatiya li hemberî baweriya Êzidiyatiyê ye."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çawa DAÎŞ bi ser neket, wê dewleta Tirk a hevalbendê DAÎŞ'ê jî bi ser nekeve.
Di daxuyaniyê de bêdengiya rêveberiya dewleta Iraqê û herêma Kurdistanê jî hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku bêdengî tê wateya pejirandina van kiryarên hovane yên dewleta Tirk.
Koordînasyonê ragihand ku civaka Êzidî di bin gef û êrişan de ye û got, "Li dijî vê yekê di serî de civaka me divê tevahiya gelê Kurd, heval û dostên me yên hestiyar rabin ser piyan."