Karsazên Kurd ên qetilkirî hatin bibîranîn

Karsazên Kurd ên hatine qetilkirin li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di bibîranînê de axivî û got: “Ev deshilatdarî neyarê Kurdan e.“

Karsazên Kurd Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yildirim ên sala 1994‘an li Stenbolê hatin revandin û qetilkirin li ser gorên xwe yên li Avcilarê hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Wekîlê Serokan ê Koma HDP’ê  Sarûhan Olûç, Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, malbatên Yildirim û Karay û gelek kes tev li meresima bibîranînê bûn.

‘JI BER KU KURD BÛN HATIN KUŞTIN’

Serokwekîlê Koma HDP‘ê Sarûhan Olûç got ku Karay Yildirim ji ber ku Kurd bûne hatine kuştin û wiha axivî: “Sedemeke bi tenê ya aşkere nekirina kujerên van her sê mirovan û 17 hezar kuştiyên kiryarnediyar ên salên 90‘î heye. Ji ber ku Kurd in. Salên 90‘î ji bo Kurd nebin xwedî maf ewqas mirov hatin kuştin. 28 sal di ser re buhurî. Heta bi niha em jê re dibêjin kuştiyên kiryarên nediyar lê em dizanin ku kujer tên naskirin. Em dizanin ew çete ne ku di nav dewletê de bi cih bûne. Qeyd tev di destên dewletê de ne. 28 sal in ev qeyd diyar nekirine. Berpirsên siyasî, burokrat, ên dane kuştin, plan kirine û kuştine nehatine darizanin, hesab nedane. 28 sal in ku ji bo pirsîna vî hesabî em têdikoşin û em ê têbikoşin jî.“

‘KUJERÊN NÛ DIGIHÎNIN’

Qiza Adnan Yildirimê qetilkirî Leyla Yildirim jî axivî û ev tişt got: “Me dev ji gera li edaletê bernedaye. Em behsa sûcên li dijî mirovahiyê û necezakirinê û binpêkirina mafên mirovan dikin. Di dema em tê de dijîn ji bo me hesab nekin tiştê ji milên wan tê dikin. Sersebebê vê, hewila pergala darizandinê ya qanihkirina civakê ku destê wan têr di xwîna hatiye rijandin de nîn e. Tiştê dixwazin di doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de bikin ev e. Di encama vê de, wê kujerên mîna Mehmet Agar tim derkevin. Bi polîtîkaya dewletê bi her awayî derfetê didin yên wiha. Gava em dê û bavê xwe dibînin, em dixwazin ku ji wan re bibêjin; ‘Êdî bi dilê rehet raze, tişt nema’ şîna ku me nekariye bikin em jî wek her kesî bikin.“

‘BI FERMANA DEWLETÊ HATIN KUŞTIN’

Bûldan jî ev tişt diyar kirin: ‘’Di rojên wiha yên bi êş û elem de em minetdarê wan kesan in ku em bi tenê nehiştine. 3ê Hezîrana 1994an bi tenê rojek ji rojên dîroka bi xwîn a Tirkiyeyê ye. Em dizanin ku Savaş Bûldan, Adnan Yildirim, Haci Karay bêpirs û lêpirsîn, revandine, êşkence kirine û kuştine.  Em dizanin ku bi fermana dewletê, komên çete yên di nav dewletê de ew kuştine.

Hevseroka Giştî ya HPD’ê Pervîn Bûldan jî axivî û got: “Mirovên hatin kuştin tev Kurd in. Li vî welatî tu Kurd bî; tu yê ya werî kuştin, ya sirgûnkirin, ya werî îşkencekirin û kuştin. Wek niha ku diqewime. Tu ferq di navbira salên 90‘î û 2020‘î de nîn e.“

Bûldan, bal kişand li ser Serokwezîra demê Tansû Çîller û Midûre Ewlehiyê Mehmet Agar û wiha got: “Tev niha di nav me de ne. Nehatine cezakirin û bi ser de bi serbestî digerin. Ên welat bi rê ve dibin jî ew qehreman îlan kirin.“ Bûldan destnîşan kir ku hevjînê û karsazên din mîrateyek rûmetdar hiştin û wiha axivî: “Wan ji me re jiyan û berxwedaneke birûmet ji me re mîrate hişt. Me soz da bi hezaran mirovên xwe yên qetilkirî ku em bibin xwedî li mîrateya wan. Di dewletê de ji ber ku esasî berdewam e kî welat bir ê ve bibe divê mijara kuştiyên kiryar nediyar çareser bike. Lê çareser nakin bi ser de dikevin hewil dewambûna van kuştinên kiryar nediyar.“

‘DESHILATDARÎ NEYARÊ KURDAN E‘

Bûldan îşaret bi operasyona li hemberî HDK, HDP û GOÇÎZDERÊ jî kir û bi van gotinan dawî kir: “Sedemeke bi tenê ya operasyonên li dijî Kurd, muxalîfan, demokrat û parêzvanên mafê mirovan heye. Ên vî welatî bi rê ve dibin, neyarên Kurdan û aştiyê ne. Nîşaneya wê yekê ye ku wê tu tiştekî nekin ji bo aştî û demokrasiyê. Lê em hem soz didin Savaş, Adnan û Hacî û hem jî bi hezaran mirovan. Em ê bi kirina têkoşînê, edaletê jî, aştî û demokrasiyê jî bînin.“