Karîkaturîstê Brezîlyayî çalakiya birçîbûnê çêkir

Karîkaturîstê Brezîlyayî çalakiya birçîbûnê çêkir

Karîkaturîstê Brezîlyayî Carlos Latuff çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Kurd ku ji 12’ê Îlonê ve li girtîgehên Tirk daye destpêkirin xet kir.

Carlos Latuff ku bi karîkaturên siyasî binav û denge, girtiyên siyasî yên Kurd yên di çalakiya birçîbûnê de xîz kir. Di karîkaturê hatî xetkirin de tê dîtin ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan guhên cîhanê girtine, ala Kurdan û kulma bilind dibe jî bal kişand.

Latuff ku di sala 1968’an de li Rio de Jeneiro dayîk bû, fikra wî ya siyasî aliyê çepgirane û bi gelek rojnameyên Brezîlyayê re di xebite.

Latûf ku di organîzasyonên sendîkayê de karîkatûran çêdike, ji dervey Brezîlyayê bi taybet pirsgirêka Îsraîl-Filîstin û karîkatûrên alîgiriya Filîstînê çêdike. Her wiha di qada navnetewî de jî bi karîkatûrên dij-Amerîka tê naskirin.