Kaplan: Ev bûtçe bi awayekî zelal bûtçeya hilbijartinê ye

Kaplan: Ev bûtçe bi awayekî zelal bûtçeya hilbijartinê ye

Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Hasîp Kaplan ji bo Butçeya Rêveber a Navendî ya sala 2015’an got: “Bi awayekî zelalî bûtçeya hilbijatinê ye.” Kaplan got ku îsal jî mafê kontrolkirina bûtçeye ji holê hatiye rakirin û got: “Em bi Dîwana Muhasebat (sayiştay) a AK re rû bi rû ne.”

Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Hasîp Kaplan di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê pêk anî, di nirxandina Komîsyona Butçe û Plana Meclîsê de Bûtçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2015’an jî rexne kir.

Kaplan got ku îsal jî mafê kontrolkirina bûtçeyê ji holê hatiye rakirin û wiha dewam kir; “Ev Dîwana Muhasebat bi raporên xwe yên kontrolkirinê li holê ne. Dîwana Muhasebat li ser navê Meclîsê kontrolê dike. Desthilatdarî ku alîgirên xwe ji bo Dîwana Muhasebat hildibijêre ew sazî ji organeke ku di kontrola Meclîsê de ye derxistiye, kiriye saziyeke ku hikûmetê pak derxe, ango em bi Dîwanekî Muhasebat a AK re rû bi rû ne.”