Kampanyaya "Ez rojanamevan im" hate destpêkirin
Bi mebesta parastina agahdarbûna gel, deşîfrekirina zextên li ser rojnamevanan û xurtkirina piştevaniyê însiyatîfeke nû ya bi navê, "ez rojnamevan im" dest pê kir.
Bi mebesta parastina agahdarbûna gel, deşîfrekirina zextên li ser rojnamevanan û xurtkirina piştevaniyê însiyatîfeke nû ya bi navê, "ez rojnamevan im" dest pê kir.
Piştî zêdebûna zextên li ser rojnamevanan, xwesteka tarîkirina televîzyonan û girtina gelek rojnamevanan, piştevanên wan rojnamevanên hatin gel hev biryar dan ku însiyatîfeke bi navê "ez rojnamevan im" ava bikin. Ji bo ku karê rojnamevaniyê bi awayekî çalaktir were kirin û mafê agahdarbûna gel were parastin rojnamevanan bal kişande ser piştevaniyê û weke gava pêşî jî ji bo kampanyaya bannerê dest bi xebatan kirin.
Bannerên ku bi helkefta Însîyatîva "Ez Rojnamevan im" bi Kurdî û Tirkî hatine amadekirin, li gel rojnameyên ku rojane û heftane weşanê dikin, di malperên înternetê û televîzyan de jî 5 rojan wê cih bigire.
Bannarên ku bi serenavên, "Hûn vê dizanin? Rojnamevanî ne sûc e" hatine amadekirin ji 11’ê Tîrmehê pê ve wê di hemû rojname, televîzyon û portalên nûçeyan de, ku piştgiriyê didin kampanyayê, biweşin. Di nav piştevanê kampanyaya Bannarê de ev hene: Agos, Azadiya Welat, BirGün, Cumhuriyet, Evrensel, Halkın Nabzı, Özgür Gündem, Yurt gazeteleri û T24, P24, Bianet, Haberdar, Diken, Sendika Org, Jiyan, ABC Gazetesi, Journo, Dağ Medya, Solfasol, İlke Haber ve İMC hene.
Li ser navê Însiyatîfa "Ez Rojnamevan im" ku bi mebesta xurtkirina piştevaniyê hate destpêkirin daxuyanî hate dayîn ku pêdivî bi toreke nû ya piştevaniyê heye. Di daxuyaniyê de ku bi serenava "Ez Rojnamevan im! Rojnamevanî ne sûc e!" cih ji van gotinan re hate veqandin:
"Ez rojnamevan im!
Rojnamevanî ne sûc e!
Li Tirkiyê her ku diçe zextên li ser çapemeniyê zêdetir dibin.
Kesên ku li azadiya çapemeniyê xwedî derdikeve û dixwaze karê xwe bike neçarî dayîna 'berdêl'an tên hiştin.
Rojnamevanên ku li herêma şer karê xwe dikin, ewlehiya wan a jiyanê nîn e û her roj gef li wan têne xwarin û têne tacîzkirin.
Nûçegihan, edîtor û nivîskar dikevin ber lêpirsînan, doz li wan têne vekirin. Ji ber nûçeyên ku dikin an jî parvekirinên li ser medyaya sosyal gelek jê bi girtî têne darizandin û dixin girtîgehan.
Xebatkarên çapemeniyê bi hakaret û tawanbarkirinên wekî 'ajantî', 'propagandaya rêxistina terorê' weke dijmin têne nîşandan. Ji vê kampanayê rojnamevanên biyanî ku der heqê Tirkiyê de dinivîsin jî nesîb girtin.
Rojnamevantî di dîroka Tirkiyê de cara pêşî ye heya bi çapemeniya biyanî dikeve bin zextê û krîmînalîzekirin.
Rojnamevan êdî nema dikarin karê xwe bikin û ji kar têne avêtin…Pirî caran di bin sansûr û zextê de dixebitin, li gorî nûçeya ku kirî û saziya ku lê dixebite tê deqkirin.
Rastî bi qedexeyên weşana têne astengkirin, tarîkirin. Weşanên ku 'li xweşiya wan naçin' sûc têne hesêbê, gelek jê di bin gefa girtinê de ne.
Kesên cihê yên ku dixwazin piştevaniyê bi rojnamevanan re bikin jî dibine hedef.
Li dijî van hemû zextan rojnamevan li ber deriyê girtîgehan, li baxçeyên adlîyeyan, li maseyên karê nivîsê yên weşana ku di bin zextê de ne, ji Stenbolê ta Amedê nobetê digirin û piştevaniyê dikin.
Xwedîderketina li azadiya çapemeniyê xwedîderketina mafê agahdarbûna gel e.
Di civakekê de ku mafê agahdarbûna gel hatibe astengkirin ne pêkan e ku behsa demokrasiyê were kirin.
Em ji bo bibine dengê kesên ku ji bo karê xwe kiriye, li pişt azadiya çapemeniyê sekiniye hatiye reşkirin, girtin, bêdengkirin bi hemû hêza xwe em ê bixebitin.
Em rojnamevan in û diqîrin:
Rojnamevanî ne sûc e!"