Jinên Tîrêjên Rojê li Geverê li dijî firoşkarên madeyên hişbir çalakî kir
Milîsên Şehîd Zîlan ên Jinên Tîrêjên Rojê li Geverê li dijî înşaata ku firoşkarên madeyên hişbir ên polîs piştewaniya wan dike lê bûn çalakiyek lidarxistin.
Milîsên Şehîd Zîlan ên Jinên Tîrêjên Rojê li Geverê li dijî înşaata ku firoşkarên madeyên hişbir ên polîs piştewaniya wan dike lê bûn çalakiyek lidarxistin.
Milîsên Şehîd Zîlan ên Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, “Em ê xwîna rêhevalên xwe yên şehîd li erdê nehêlin, nirxên ku wan afirandine mezin bikin, sekna wan a bi kok li her dera cîhanê belav bikin û bi zêdekirina hêvî û evîna azadiyê di dilê hemû jinan de emê bersiva xwe bidin."
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin:
"Heta ku egîdên me û destanên bi vî rengî yên lehengî yên me hebin, têkoşîna me ya azadiyê wê ti carî têk neçe. Sekn, îrade, berxwedan û têkoşîna jina azad teqez wê bi ser bikeve. Jina azad a ku têbikoşe û bi ser bikeve, wê bi hemû gelan û mirovahiyê mezin bide qezenckirin!
Şeva 1’ê Gulanê saet di 22:00’an de li Taxa Gungor a Geverê, me tespîtkir ku înşaeteke vala ya li kêleka qereqola polîsên dagirker heye ku firoşkarên madeyên hişbir û bikarhênerên wê timî ketine hundirê wê, her wiha gelek caran polîsên Tirk jî ketin hundir û qet mudaxeleyî firoşkarên madeyên hişbir nekirine.
Dema firoşkarên bi kirîn û firotina madeyên hişbir re mijûl dibûn, yekîneyên me mudaxele kirin û bi fîşekên hewayî li dijî wan çalakiyek lidarxistin. Hate dîtin ku firoşkarên madeyên hişbir ên di înşaetê de reviyane qereqola polîsan a ku gelekî nêzî wê ye. Şêniyên taxê derketin derve û bi dirûşme û fîtikan piştgirî dan çalakiya me. Divê viya bizanibin; Em her tim li pey kesên ku madeyên hişbir difiroşin û vedixwin in. Em destûr nadin ku li ti taxên Geverê madeyên hişbir bê bikaranîn! Nefesa ciwanan wê tim li ber guhê we be!”