Ji sosyalîstên Swêdê ji bo greva birçîbûnê piştgirî

Ji sosyalîstên Swêdê ji bo greva birçîbûnê piştgirî

Partiya Edaletê ya Soyalîstan û ‘Comitte for a Workers Internatinal’ daxuyaniyeke nivîskî weşandin û berxwedêrên greva birçîbûnê yên di girtîgehên Tirk de hatine destpêkirin silav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de div êmînak bê dîtin û bang li hemû sendîka, dijberên nijadperestan û parêzvanên mirovan kirin ku deest ji kar berdin.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku rêz nîşanî hemû mafên hemwelatiyan bê dayin, hemû girtiyên polîtîk serbest bên berdan, qedexeyên li ser zimanê Kurd bên rakirin û mafê diyarkirina çarenûsê bidin hemû gel û kêmaran.

Di daxuyaniya hevpar a Parlementerê Yekitiya Ewropa Mikael Gustafsson û Endama Komîteya Peywendiyên Derve ya Partiya Çepgir a bajarê Uppsalayê Yekbûn Alp de hate dkiyarkirin ku ji ber polîtîkayên çewt ên Tirkiyeyê girtiyan jiyana xwe danîne holê û dest bi greva birçîbûnê kirine û bang li hukûmeta AKP’ê û Erdogan hate kirin k daxwazên girtiyên Kurd bêne pêkanîn.

Ne tenê partiyên muxalîf û sosyalîst nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dewleta Tirk didin. Du rayedarên payebilind ên Partiya Demokrat a Xrîstiyanan a ku hevpara hukûmetê ye binpêkirinên dewleta tirk ên li hemberî mafê Kurdan û mafên mirovan rexne kir.

BILA YEKITIYA EWROPAYÊ ZEXT LI TIRKIYEYÊ BIKE

Berdevka Polîtîkayên Derve yê Partiyê Desirre Pethrus û Berdevka Polîtîkayên Dadê Caroline Szyber ji rojnameya rojane Svenska Dagsbladetê re axivîn û bal kişandin ser zextên li hemberî gelê Kurd û diyar kirin ku tevî parlementer, şaredar, rojnamevan gelek kes hatine girtin.

Pethrus û Szyber, diyar kirin ku ger Tirkiyeyê mafên Kurdan, kêmarên din: Asurî, Suryanî, Yewnan û Ermeniyan qebûl kir û bi awayeke wekhef nêzîk bû, wê demê dikare bikeve Yekitiya Ewropayê, lê Tirkiye bi vî halî nikare bikeve YE’ê.