Ji serokên BDP'yî ji bo greva birçîbûnê deklerasyona hevpar

Ji serokên BDP'yî ji bo greva birçîbûnê deklerasyona hevpar

Şaredarên BDP’yî li ber Şaredariya Rezan a Amedê li hev civiyan û bal kişandin ku greva birçîbûnê ketiye roja 60’emîn. Şaredaran bang li raya giştî û hukûmetê kirin ku li hemberî grevê hestyar bin. Daxuyaniya hevpar a li ser navê şaredaran ji aliyê Şaredarê bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ve hate dayîn. Baydemîr da zanîn ku ew dê bi navê hemû şaredaran bikeve greva birçîbûnê.

Şaredarên BDP’yî li ber Şaredariya Rezan a Amedê pankarta “Greva Birçîbûnê di roja 60’emîn de ye” vekirin û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Şaredarê Amedê Osman Baydemîr ve hate dayîn. Baydemîr bal kişand ku di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de ji sala 2009 ve bi armanca tasfiyekirina siyaseta legal a Kurdan li hemberî BDP’ê pêk tên de 9 hezar kes hatine giritn. Baydemîr destnîşan kir ku bêyî ku bêjin endamên partiyê, şaredar, endamên meclîsan, serokên meclîsên bajaran û endamên wan, xwendekar, jin, zarok, pîr û kal, ji hemû nifşên civakê mirov girtine û zilmek mezin li civakê kirine.

Tecrîdê strastejiya pevçûna kûrtir kir

Baydemîr da zanîn ku hemû dînamîkên Kurdan li bendê bûn ku pirsgirêka Kurd li ser esasê azadî û edaletê were çareserkirin, lê polîtîkayên salên 1990’an dan berdewamkirin, muxalefeta Kurda a ku hat hilbijartin girtin, operasyonên leşkerî zêde kirin û polîtîkayên ewlekarî-tasfiyeyê berdewam kirin. Baydemîr bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got; “Ev 14 meh in li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tecrîdeke girankirî tê pêkanîn û ev yek jî stratejiya pevçûnan kûrt kiriye.”

Di sala dawiyê de 1000 kes jiyana xwe ji dest dan

Baydemîr da zann ku ji ber polîtîkayên tunekirin, tecrîd û îzolasyonê yên hukûmeta AKP’ê yên li hemberî Kurdan di vê sala dawiyê de 1000 mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Daxwazên girtiyên di grevê de daxwazên me ne

Baydemîr got: “Rakirina tecrîd û îzolasyonê, destpêkirina muzakereyan, naskirina mafê perwerde û parastina bi zimanê zikamkî, ne tenê daxwazên siyasetmedarên bedena xwe dane ber mirinê ne, ev daxwaz daxwazê bi milyonan mirov, gelê me û daxwazê me ne. ”

Tecrîd binpêkirina mafê yasayî ye

Baydemîr di berdewamê de bal kişand ku tecrîd û îzolasyon, ne li gorî pîvanên huqûqa neteweyî ye jî û di heman demê de binpêkirina mafên yasayî ye û got: “Ev 16 meh in tecrîd li ser Birêz Ocalan tê pêaknîn, ev yek suc e. Li gel vê jî, polîtîkaya tecrîdê tê wateya polîtîkaya şer. Tê wateya polîtîkayên operasyonên leşkerî. Encama ev polîtîka bi xwe re tîne: şer û mirin e.”

Xespkirina mafan feraseta nijadperestî û faşîst e

Şaredar Osman Baydemîr bal kişand ser mafên xwezayî yên Kurdan ên wek ziman, çand, nasname û diyar kir ku ji ber ku ev maf nayên pêkanîn, lewra pirsgirêka Kurd heye û got: “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî, parastina bi zimanê zikmakî, pêşxistin û karanîna zimanê zikmakî li her qada jiyanê mafek xwezayî yê gelê Kurd e.Tunehesibandin û xespkirina van mafên xwezayî mirov tenê dikare weke feraseta nijadperest û faşîst bi nav bike. Ji bo tirkek, farsek, erebek, frensiyek an jî almanek wateya zimanê wan, çanda wan çi be, ji bo Kurdan jî wisa ye. Em ne ji vê zêdetirk dixwazin em ne jî bi ji vê kêmtir razî dibin.”

Baydemîr got; “Divê gelên Kurd û Tirk baş bizanin kesên di girtîgehan de bedena xwe dane ber mirinê, ji bo kes li derve jiyana xwe ji dest nede, kanalên muzakereyan ên ku xetimîne ji nû ve vebikin, jiyana xwe danîne holê. Di serî de hukûmet, helwesta rayagiştî ya Tirkiyeyê nîşan dide ku êdî wijdan nemaye û em gihiştine asta biryardanê.”

Mirinên di girtgîgehan de dê bi xwe re veqetîn û mirinan bîne

Baydemîr li ser navê şaredaran ev bang li serokwezîr, hukûmet û gelê Tirk kir: “Hemû daxunaniyên hander, biçûkxistinê, bêrûmetkirinê, bangî mirinan dikin. Ji bo jiyaneke azad û wek hev re bijîn, ji bo em bi muzakereyan pirsgirêkan çareser bikin û rê li pevçûnan bigirin, tenê saniyek jî ku em wenda bikin tune ye. Em di wê gumanê de ne ku ger mirovek me jiyana xwe ji dest bide ev yek dê bi xwe re veqetîn û dijwarbûna peçvûnan bi xwe re bîne. Ji ber vê jî divê tavilê tecrîd were rakirin û muzakere werin destpêkirin. Em weke şaredar , serokên navçe û bajaran û meclîsan ji bo hemû bangên ku Naveda me ya Giştî ya BDP’ê di vê oxirê de bikin, amade ne ku her tiştê dikeve ser milên me bikin.

Baydemîr bi navê şaredaran dikeve greva birçîbûnê

Baydemîr bersiv da pirsekê der barê plansiya Navenda Giştî ya BDP’ê de û da zanîn ku ew dê li ser navê hemû şaredar, endamên meclîsan, serokên meclîsên bajaran û endamên wan bi parlementeran re bikeve greva birçîbûnê.

Daxuyanî ji aliyê hemû şaredarên BDP’yî ve hate îmzekirin. Li ser navê şaredarên girtî cîgirên wan îmze kir.