Serokê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) Latîf Huseynov (Lətif Huseynov) di brîfînga da çapemeniyê de got: "Hevdîtina Birêz Abdullah Ocalan a bi parêzerên xwe re mafê wî yê herî sereke ye." Huseynov da zanîn ku ew li hemberî grevên birçîbûnê ne xemsar in.
Serokê CPT’yê got: "Gava darazek ne adil be, mirov li rastî mûameleya xirab û hewldanên rûmeta mirov dişînin bê, astengî li pêşiya mafan hebeû, mafê herî sereke ew e ku bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne, ev mafek bivênevê ye."
Huseyinov li ser pirsa ANF’ê ya der barê grevên birçîbûnê yên ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin diyar kir ku ew ji rewşa girtiyan bi fikar in. Huseyinov da zanîn ku ew li hemberî grevên birçîbûnê ne xemsar in.
Huseynov bersiv da pirsa ANF’yê ya bi awayê gelo hûn çima di serdana xwe ya 18-28’ê hezîranê de neçûn Îmraliyê û got: “Em weke CPT vê yekê qebûl dikin. Em destpêkê çûn cih da îdîayên mûameleyên xirab û hewldanê rûmetan dişkînin ên li hemberî zarokên girtî yên di Pozantiyê û girtiyên di de. Lê me guman û bendewariyên xwe yên li hemberî rewşa Îmraliyê ji Enqereyê re ragihand.”
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, CPT dê hefteya bê hin rêze şêwir pêk bîne û piştre bi awayeke berfireh rexne û bendewariyên xwe yên ji Enqereyê bike rapor. Tê payin ku sala bê jî CPT biçe serdana Tirkiyeyê.