Ji saziyên penabaran ji bo grevên birçîbûnê destek

Ji saziyên penabaran ji bo grevên birçîbûnê destek

Li Almanyayê 17 sazî û dezgehên ji xwedî nêrînên cûda, ji neteweyên cûda û ji baweriyên cûda, daxuyaniyek hevpar dan û gumanên xwe yên li hemberî grevên birçîbûnê yên ku ketine roja 56’emîn anîn ziman.

Di daxuyaniyê de bang li hukûmeta Tirk hate kirin ku daxwazên girtiya pêk bînin û hat gotin: "Berpirsê her tiştek ku biqewime hukûmeta Tirk e. Ji ber vê jî divê hukûmet di demek zû de hewl bide."

Saziyên penaberan bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî çalakiya greva birçîbûnê bê deng nemînin û got: "Em weke platforma ji penaberên Kurd, Tirk, Ereb, gelên cûda û komên cûda yên olî û baweriyan, em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi awayeke lezgîn tevbigerin. Divê di h eman demê de penaberên li Ewropayê jî bi awayeke xurt piştgiriyê bidin çalakiyên herêmî."

Ev saziyên ku hefteya borî bi boneya protestokirina Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan bi hev re mitîngek li Berlînê li dar xistin. Navê van saziyên li jêr li binê daxuyaniya “Ji bo grevên birçîbûnê çareseriyek lezgîn” heye:

- AABF (Federasyona Yekitiyên Elewiyan a Almanyayê)

- YEKKOM (Yekitiya Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê)

- ATÎF (Federasyona Karkerên Tirkiyeyê ya Almanyayê)

- AVEGKON (Konfederasyona Penaberên li Ewropayê li rastî Zextan tên)

- DÎDF (Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk)

- ODA (Azadî û PIştevanî Almanya)

-Înîsiyatîfa Liwa Îskenderun

- TUDAY (Komeleya Mafê Mirovan a Almaya-Tirkiyeyê )

- Meclîsa Aşitiyê ya Ewropayê

- CENI (Kurdisches Frauen Büro für Frieden),

- FEDA (Federasyona Demokratîk a Elewiyan)

- Dersim Wiederaufbau

- YXK (Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê)

- FKE (Federasyona Komeleyên Êzidiyên Kurdistanê yên Almanyayê)

-Atolyaya Hunerê

- Platforma Surgunan

-Navenda Perwerdehiyê ya Bergisch Gladbach