Rojnamegerên dibêjin ‘Em li aliyê jiyanê ne, em naxwazin nûçeyên mirinê çêbikim’ bi armanca ku piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên di girevê de ne li Galatasarayê çalakiya greva birçîbûnê ya rojêkê dan destpêkirin. Rojnamegeran da zanîn ku kesên naxwazin nûçeyên mirinê bixwînin bila piştgiriyê bidin wan.
Rojnamegeran bi armanca ku piştigriyê bidin hempîşeyên xwe duh li Qada Galatasarayê dest bi grevê kirin.
Rojnamegeran pankarta ‘Em naxwazin nûçeyên mirinê çêbikin’ vekirin û dirûşmeyên ‘em nûçeyên mirinê naxwazin’, ‘ ji bo rojnamegerên girtî azadî’ berz kirin. Li ser navê rojnamegerên ketin grevê edîtora ETHA’yê Arzû Demîr daxuyanî da.
Demîr da zanîn ku greva ku siyasetmedarên kurd daye dest pêkirin di roja 51’emîn de ye û got din ava van de 6 rojnamegerên kurd yên girtî jî hene.
Demîr wiha pê de çû: “Ev rojnameger ji berk u di çapemeniya kurd de xebitîn hatine girtin. Nûçeyên çêkirin wekê delîl nîşan didin. Gerînendeyê giştî yê rojnameya Azadiya Welat yê berê Tayyîp Temel rewşa wî her diçe giran dibe. Bi taybetî yên ku ji 12’ê îlonê de dest bi grevê kirine êdî nekarin avê jî vexwin û gelek ji wan êdî nikarin biaxivin.
Demîr diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bi rojane bê denge û wiha got : “Serokwezîr wêneyê 3 meh berê nîşan dide û dibêje ‘kebaba berxian” dibêje ‘şov’ dibêje ‘kesek di grevê de ye’. Behsa mudaxalekirina girtiyên di grevê de dike. Hikûmeta ku bi vê têr nabe bombeyê gazê davêje ser malbatên ku zarokên wan li ber mirinê ne. Hikûmet êdî tehemulê qirîna malbatên ku dibêjin ‘bila mirin tune be’ jî nake. Çapameniya alîgir jî ji vê şûnde namîne. Bi nûçeyên derew pirgirêkê girantir dike. yanî ew çareseriyê naxwazin. Dibêjin mirin. Lê em ne mirinê çareseriyê dixwazin. Em rojnameger dixwazin ku ji bo daxwazên girtiyên di grevê de ne bila pêngav bê avêtin.”
Demîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tehemula me tune ku em yek nûçeyeke mirinê çêbikin. Em li aliyê jiyanê ne. Em naxwazin nûçeyên mirinê çêbikin. Kesê naxwazin nûçeyên mirinê çêbikin bila bikevin nav tevgerê”
ME EV FÎLM DÊ Û BI DEHAN CARÎ…
Li ser navê TGS Burak Oz jî axivî û wiha got: “Me ev fîlm dît, hem jî bi dehan carî. Li girtîgehan di operasyonan de me nobedarên nûçeyan bûn. Me qêrîna dayik û bavan yên ku digotin bila zarokên me nemirin. Di salên 1996 û 2000’î de heman germanî hebû. Em rojnameger din ava agir de bûn. Niha rewş qet ne başe. Ger pêngav neyê avêtin dê rewş xerebtir be. Me ev dît, em dizanin, me jiya.Em bi fikarin. Em li aliyê jiyanê ne. Em naxwazin nûçeyên mirinê çêbikin.”
Piştî daxuyaniyê rojnamegeran kamera û wênekêşên xwe danîn erdê û dirûşmeya ‘em naxwazin nûçeyên mirinê çêbikin’ berzkirin. Piştre derbasî çalakiya runiştinê bûn. Rojnameger çalakiya xwe îro bi dawî dikin.