Ji rêxistinên penaberan banga çareseriya demildest

Ji rêxistinên penaberan banga çareseriya demildest

Rêxistinên cuda yên komên penaberan ku li Ewaropayê xebatê dimeşînin banga çareseriya demildest ya ji bo pêşîlêgirtina grevên birçîbûnê kir.

Platforma Yekitiya Hêzê ya ku ji rêxistinên cuda yên komên penaberan yên demokratîk pêk tên, der barê grevên birçîbûnê yên ku ketin roja 53’an daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku girtiyên bi armanca mafên pewerdehiya zimanê dayikê û tecrîda li ser Ocalan bê kirin ketine girevê, ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve ji nedîtî ve tên û hate gotin ku êdî mirin her diçe nêzîktir dibe.

Platformê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ji her encameke neyînî hikûmeta AKP’ê berpirsyar e û bang li civaka navnetewî û penaberên li Ewropayê dijîn hate kirin ku xwedî li girtiyan derkevin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li 68 girtîgehan nêzî 700 girtiyên di grevê de ne. Hikûmet li dijî vê bê deng e û li şûna çareseriyê dibêje em dê mudaxale bikin. Ev jî rê li pirsgirêkên mezin vedike. Ji mirinan hikûmeta AKP’ê û Erdogan berpirsyar e. Em bang li civaka demokratîk a navnetewî dikin ku bila xwedî li daxwazên girtiyan derkevin.”

Saziyên îmzeya wan li binê daxuyaniyê heye:

AABF (Federasyona Yekitiya Elewiyên Almanyayê)

YEKKOM (Yekitiya Komeleyên Kurd a Almanyayê)

ATÝK (Federasyona Karkerên Tirkiyeyê ya Ewropayê)

AVEGKON (Federasyona Peneberên Bindest ya Ewropayê)

DÝDF (Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratik)

ODA (Azadî û Piştevanî Almanya)

Însiyatîfa Liwa Îskenderun

TUDAY ( Komeleya Mafê Mirovan a Tikriyeyê ya Almanyayê)

ADHK (Konfederasyona Mafê Demokratîk a Ewrpayê)

FDG (Federasyona Komeleyên Dêrsîmê ya Ewropayê)

Meclisa Aştiyê ya Ewropayê

FEDA (Federasyona Elewiyan a Demokratik)

YXK (Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê)

KOMKAR (Konfederasyona Komeleyên Kurdisatnê a Ewropayê)

Platforma Surgunan

Yekitiya Koçgiriyên Ewropayê

Navenda Çanda Bergisch Gladbach

Federasyona Anatolyayê

Atolyeya Hunerê

Însiyatîfa Dêrsîmê ya Ewropayê