Ji Rêxistina Navnetewî ya Efoyê ji bo greva birçîbûnê çalakî

Ji Rêxistina Navnetewî ya Efoyê ji bo greva birçîbûnê çalakî

Rêxistina Navnetewî ya Efoyê ji bo çalakiya birçîbûnê kampanya nameyan da destpêkirin.

Rêxistina Navnetewî ya Efoyê daxuyaniyekî ku sipartî agahiyên parêzeran yên di derbarê rewşa girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Tirk dest bi çalakiya birçîbûnê kirine, weşand û bang li endamên xwe kirin ku “Bi zimanê dayîka xwe nameyan ji rayedarên Tirk re binivîsin.”

Rêxistina Efoyê bal kişande ser ku, çalakiya birçîbûnê ya ji 12’ê Îlonê ve ji aliyê 60 girtiyan ve hate destpê kirin û niha 682 girtî didomînin, her wiha bitaybet derbarê rewşa girtiyên di girtîgehên Tekîrdag, Şakran û Sîncanê de agahî dan.

Rêxistin dide diyarkirin ku, rayedar destûr nadin ku girtiyên di çalakiya birçîbûnê de ji xizmetên tenduristî sûdê wergirin û got: “Bi vî awayî tenduristiya wan bêhtir zirarê dibîne.” Rêxistina Efoyê aşkera kir ku, li hinek girtîgehan dixtoran muayeneya girtiyên di çalakiya birçîbûnê de red kirine. Her wiha di daxuyaniya Rêxistina Efoyê de hate ragihandin ku, li Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê girtiyekê di çalakiya birçîbûnê de li rexmî ku tenduristiya wî dest neda derkeve dadgehê jî û rapora dixtor jî hebû, 36 demjimêran ew bi wesayîtê birine.

Hate ragihandin ku, agahiya girtiyên di çalakiya birçîbûnê yên li girtîgehên Sîlîvrî û Şakranê de jî tên tecrîd kirin gihane destê me. Heman demê de balkişand ku, îşkenceyê li girtiyên girtîgeha Tekîrdagê dimînin, dikin.

Rêxistina Navnetewî ya Efoyê bang kir ku, “Tikaye, bi lezgînî her kes bi zimanê dayîka xwe nameyan ji rayedarên Tirk re binivîsin.” Û daxwaz jî wiha rêz kirin:

- Çalakiya birçîbûnê şêwazek yê berxwedana ku tundî ne di nav de ye û pêwîste rayedarên Tirk jî rêzê nîşanî vê berxwedana girtiyan bidin.

- Pêwîste çalakvanên greva birçîbûnê ji hemû xizmetên tenduristî sûdê werbigirin. Tenduristiya wan bi awayek rêkûpêk bê kontrol kirin. Pêwîste vîtamînên ku ji aliyê parêzer yan jî malbatên çalakvanên greva birçîbûnê ve tên bên dayîn.

- Pêwîste îşkenceyê li çalakvanên di greva birçîbûne de nekin.

Rêxistinê xwest nameyan bişînin van navnîşanan:

Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn

Wezareta Dadê

06659 Ankara, Turkey

Fax: +90 312 417 71 13

Email: [email protected]

Komîsyona Hûrkolîna Mafê Mirovan ya TBMM (Meclîs)

Ayhan Sefer Ustun

Wezaretan, 06543 Ankara, Turkey

Fax: +90 312 420 53 94

Email: [email protected]