Partiya Qibrisa Nû ragihand ku, di serî de BDP’ û hemû kesimên ji bo rawestandina mirinên di çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk de çênebin tekoşînê didin ew piştgiriyê didinê û xwestin daxwazên girtiyan bêne pêşwazî kirin.
Partiya Qibrisa Nû di derbarê çalakiya birçîbûnê ya di roja 49’mîn de ye daxuyaniyekî nivîskî da.
Partiya Qibrisa Nû (YKP) rewşa 63 kesên ji 12’ê Îlonê vir ve çalakî dane destpêkirin krîtîke û wiha got; “Careke din jî yên ku Tirkiyeyê birêve dibin zor û tundî weke vebijêrka destpêkê xistin rojeva xwe. Hikumeta AKP’ê ya ku demekê bi peyvên vekirinê her kes mijol dikirin, pir zelal derket holê ku niyeta wan ya çareserkirina pirsgirêka Kurd û ya Qibrisê tune ye.”
“AKP’ya di pêvajoya avakirina rejimekî wesayetê de ye, ji bo rejima xwe ya wesayeta Îslamî ava bike bi hemû kesê re di nava şerê fîzîkî û psîkolojîk de ye.” Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Koma destpêkê ya dest bi çalakiyê birçîbûnê kirine rewşa wan krîtîke, di be ku êdî ji girtîgehan tabût der bikevin. Weke daxuyaniyê heman yên rayedaran ku derbarê çalakiya birçîbûnê sala 1996 û 2000’an de Erdogan jî dibêje, ‘Tu kesê birçî mayî tuneye, her kes her tiştê dixwe’. Di rastiyê de li Tirkiyeyê feraset nehatiye guhertin, tenê di gotinê de guhertin heye.” YKP’ê destnîşan kir k, “ beriya vê di mudaxeleya jêre gotin ‘operasyona vegera jiyanê’ de bi dehan çalakvanên çalakiya birçîbûnê qetil kiribûn, yên Tirkiyeyê birêve dibin jî ji bo şerê Qibrisê jî gotibûn ‘operasyonê aştiyê’. Yanî bi leyîstokên peyvan xebatên wan yên veşartina hovîtiyê ne yên niha ne.”
YKP’ê aşkera kir ku, “ Ji ber vê sedemê em weke YKP, di destpêkê de BDP’e ya têkildarî çalakiya birçîbûnê yên li girtîgehên Tirk bang kirî û hemû kesimên ji bo rawestandina mirinê di çalakiya birçîbûnê de tekoşînê didin piştgiriya xwe aşkera dikîn. Em weke YKP dibêjin, pêwîste daxwaza girtiyan ya parastina bi zimanê zikmakî, perwerdeya bi zimanê dayîkê û rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, weke pêngaveke erênî ya li pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayê demokratîk dibînin û pêwîste bêne pêşwazî kirin. Weke YKP banga ji bo şerê li herêmê raweste banga aha niha ya diyalogê dikin.”