Sekreterê Netewî ye Partiya Komunîst a Franseyê (PCF) û senator Pîerre Laurent, nameyek ji seferastxaneya mezin a Tirk ya Parîsê re şand û bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê xwest pirsgirêka kurd bê çareserkirin.
Laurant ji seferînê mezin yên tirk Tahsîn Burcuolgu re nameyek şand û bi bîr xist ku piştî serkeftina kurdan a hilbijartina 2009’an nêzî 8 hezar kurd hatine girtin û got ku di nava wan de rojnameger, parêzvanên mafê mirovan, şaredar, parlamenter, parêzer, sendîkavan, hindekar û xwendekar hene.
Laurent da zanîn ku Komîsyona Mafê Mirovan a Yekitiya Ewropayê jî li dijî binpêkirinên mafan matmayî mane û diyar kir ku niha 638 girtî di greva birçîbûnê de ne û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin.
Laurent wiha pê de çû: “Malbatên girtiya ji rewşa zarokên xwe bi fikarin. Her wiha gelek rêxistinên civaka sivîl piştigriyê dide malbatan. Ez jî wekî gelek demokratên welatê xwe ji vê rewşê bi fikar im. Rewşa wan gelek cidî ye. Divê di demeke nêz de şert û mercên girtiyan bên başkirin.
Divê li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan bi dawî be. Dive mafên kurdan yên siyasî û çandî bên dayîn û çareseriyê pêk bînin.
Laurent xwest ev fikarên wî bigihîje rayedarên hikûmeta tirk.