Parlementerên Parlementoya Swêdê di her carekê de der barê grevên birçîbûnê yên girtiyên Kurd de pêşnûme pêşkêşê Parlementoyê dikin û Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt tê xwestin ku ji bo çareseriya pirsgirêkê hewl bide.
Bildt bersiv da pêşnûmeya Parlementera Partiya Çepgir Aminah Kakabaveh lê ji bilî gotinên xwe yên şexsî tu tiştek din negot. Her çendî Bildt da diyarkirin ku di pênaseya terorîzmê ya Tirkiyeyê ku di encama wê de bi hezaran kes têne girtin de pirsgirêk heye, lê vê carê jî îdîa kir ku dê ev pirsgirêk bi guhertina nû ya makeqanûnê re çareser bibe. Wezîrê Swêdê ji bo grevên birçîbûnê ku girtiyên Kurd gihitine ber mirinê tu tiştek negot.
Hêjayê gotinê ye ku Wezîrê Derve yê Swêdê her tim weke balyozekî Tirk tevdigere û bi demogojiyê her tim bersiva rexneyan dide.
Lê belê parlementerên Swêdê dest ji qirika Bildt bernadin. Piştî Parlementera Partiya Çepgir Aminah Kakabaveh a Kurd û Parlementer Roza Guçlu Hedin, Parlementerê Erîtyeyi Arhe Hamednaca bi pêşnûmeyekê grevên birçîbûnê anî rojeva Parlementoya Swêdê.
Arhe Hamednaca bi bîr xist ku Tirkiye bi awayeke rêkûpêk mafên Kurdan û kêmarên din bin pê dike û destnîşan kir ku di nava çalakgerên greva birçîbûnê de rojnamevan, parlementer, nivîskar û aşredarên Kurd jî hene.
Parlementer Arhe Hamednaca destnîşan kir ku grevên birçîbûnê gihiştine asteke krîtîk û ji bo çareseriya pirsgirêkê ji Bildt û Yekitiya Ewropayê xwest ku hewl bidin.