Ji Kurdên li Rûsyayê piştgiriya ji bo greva birçîbûnê

Ji Kurdên li Rûsyayê piştgiriya ji bo greva birçîbûnê

Kurdên li Rûsyayê dijîn ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorvener a ku di girtîgehên Tirk ên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de hatiye destpêkirin dest bi greva birçîbûnê kirin.

Greva birçîbûnê duh li bajaroka Yarşov a ser bi bajarê Saratovê bi beşdariya dehan kesî dest pê kir. Li ser navê çalakiyê Mîrze Elî axaftinek kir û diyar kir ew beriya her tiştê bêdengiya raya giştî ya cîhanê şermezar dikin.

Mîrze Elî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got; “Bi vê berxwedana greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên Kurd ve hate destpêkirin, gelê Kurd careke din diyar kir ku ew xwedî li dirûşima “Bi qasî ku ji bo jiyanê bimirim, ji jiyanê hez dikim’ derketin.”

Elî bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan ên li welat û derveyê welat û diyar kir ku li her derê rûyek nîşan dide û pirsa “Gelo Erdogan ji berxwedana Şemzînanê ders wernegirtiye?” pirsî û got; “Ma êdî nizanin gelê Kurd bi gotinên wan ên xapînok nayên xapandin.” Elî bi bîr xist ku Erdogan xwe bi xwe derewîn derdixe û got; “Em ê heta dawiyê piştgiryê bidin daxwaz û helwesta girtiyan.”

Her wiha, li Komara Adigeyê ya Rûysyaê jî Kurdan bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya Kurdên li Komara Adigeyê li Mala Gel a Çandê ya Agiriyê dest pê kir. Kurdan beriya çalakiya xwe ya piştgiriyê daxuyaniyek dan çapemeneiyê.

Li ser navê Kurdan, endamê rêxistina saziyê Feyzo axaftine kir û diyar kir ku hebûn û mayina Kurdan girêdayî hebûn û mayina serkeftina gerîla û Kurdistanê ye. Feyzo bal kişand ku hemû rayedar û çapemeniya Tirk hewl didin ku berxwedana greva birçîbûnê ji nedîtî ve bên û nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Feyzo da zanîn ku ne Erdogan û ne jî tu kesek din niharek vîn û baweriya gelê Kurd bişkîne û bang li hemû Kurdên li her parçeyên Kurdistanê, Ewropa, Rûsya û hemû deverên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û xwedî li çalakgerên Kurd derbikevin. Feyzo da zanîn ku ew dê heta dawiyê piştgiriyê bidin greva birçîbûnê.