Ji hunermend Hesen Şerîf ji bo greva birçîbûnê piştgirî

Ji hunermend Hesen Şerîf ji bo greva birçîbûnê piştgirî

Hunermendê ji Başûrê Kurdistanê Hesen Şerîf ragihand ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de daxwazên hemû gelê Kurd e û banga piştgiriya ji bo vê çalakiya girtiyan kir.

Hesen Şerîf bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku îro ket roja 57’emîn û got: “Ez ji dil û can piştgiriyê didim daxwazên rewa yên girtiyên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê.”

Şerîf got; “Ev berxwedana wan ji bo azadî û rûmeta me tevan e. Ev berxwedan ji bo rizgariya Kurd û Kurdistanê ye. Agirê têkoşîna şoreşa gelê me ye.”

Şerîf bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan jî kir ku li hemberî vê çalakiyê bêdeng nemînin û ji bo qebûlkirina daxwazên wan zextan li dewleta Tirk bikin.