Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê li bajarê Den Haag a Holandayê ji bo piştgiriyê bidin girtiyên Kurd ên di greva birçîbûnê de, meşek pêk anîn.
Meş saet 14.00 ji qada Malîeveld bi beşdariya derdora 1500 kesî dest pê kir. Tevî Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê, dostên Kurdan jî tevlî bûn. Ji Başûrê Kurdistanê nunerên YNK, PDK, Tevgera Goran, PÇDK, û saziya sivî CHAK, ji Rojhilatê Kurdistanê PJAK û ji Rojavayê Kurdistanê jî PYD tevil bûn.
Ji çepgirên Tirkiyeyê MLKP û Konfederasyona Penaberên Bindest ên Ewropayê (AvEG-KON), rêxisitnên Elewiyan û ji baweriyên din ên Kurdistanê gelek kes beşdar bûn. Parlementerê Partiya Sosyalîst a Hollandayê Harry Van Bommel jî di nava çalakgeran de cih girt.
Di meşê de pankarta “10 hezar girtiyên Kurd di greva birçîbûnê de ye, bê deng nemîn!”, hatin hildan. Dema girse di ber kosolosa Tirk re derbas bûn, dirûşim qêriyan.
Her wiha pankarta “Em bêdengiya Holanda û Yekitiya Ewropa ya li hemberî mirina şermezar dikin” bal kişand û dirûşimên “YE fînase dike Tirkiye bomebaran dike” “Qatil Ereogan hatin qêrn.
Kurdistanî dê piştî di ber deriyê avahiya Dîwana Dadê re derbas bûn vegerin Qada Malieveldê û li wir mitîng li dar bixin.