Ji HDP KCD DBP û HDK’ê daxuyaniya 'Roja Kobanê ya Cîhanê'

Ji HDP KCD DBP û HDK’ê daxuyaniya 'Roja Kobanê ya Cîhanê'

Hevserok û hevberdevkên KCD, HDP, DBP û HDK’ê daxuyaniyeke hevpar têkildarî çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dan û gotin:  “Kobanê li tevahiya cîhanê li dijî wehşet û êrîşkariya DAIŞ’ê bûye sembol. Mezinkirina piştgirî û piştevaniya ji bo Kobanê wê ji bo pêşîlêgirtin û şûndevegerandina DAIŞ’ê ya li Iraq û Sûriyeyê hest û fikrek hevpar bi xwe re bîne.”

Di daxuyaniya bi îmzeyên Hevserokên HDP-KCD-DBP û Hevberdevkên HDK’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Hatîp Dîcle, Selma Irmak, Kamuran Yuksel, Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu de wiha hate gotin: “Weke li welatên din ên cîhanê, li Tirkiyeyê jî li şûna hikûmet qedexe bike yan jî mudaxelebike bila rêzdarî nîşanî mafê demokratîk ên gel bide. Em dixwazin hikûmet di çarçoveya qanûnan de bi awayekî hestyar tevbigere û derfet bide ku çalakî di çarçoveyeke demokratîk de pêk bên.”

Di daxuyaniya hevpar de wiha hate gotin: “1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hate îlankirin. Li gelek welatan bi milyonan mirov wê li gelek welatên cîhanê bi çalakiyan li dijî wehşeta DAIŞ’ê piştgirî bidin Kobanê. Ji Elmanya heta Îtalya, ji Hindistanê heta Ekvador, ji Spanya heta  DYA’yê li hemû welatên cîhan û li sedan bajaran çalakiyên bi armanca xwedîderketin, piştivanî û piştgiriya ji bo Kobanê bêne lidarxistin.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi banga tevî xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, gelek akademîsyen, rewşenbîr, nûnerên saziyên sivîl 1’ê Mijdarê weke “Roja Kobanê ya Cîhanê” hatiye îlankirin.

Hate diyarkirin: “Wê çalakiyên di çarçoveya mafên demokratîk, piştevanî, ji tundiyê dûr, aştîxwaz, daxuyaniyên çapemeniyê, civîn û meşan de, li dijî barbarî û hovitiya DAIŞ’ê bi yekdengî û di asta global de bên lidarxistin.

Wê gelên me jî di çarçoveya van çalakiyên global ên li seranserên welatên cîhanê çalakiyên piştevaniyê li dar bixin û her wiha wê di çarçoveya mafên xwepêşandanên demokratîk û aştiyan de ji Tirkiyeyê peyamekê bişînin û deng bidin dengê bilind ê Kobanê.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Weke li welatên din ên cîhanê, li Tirkiyeyê jî li şûna hikûmet qedexe bike yan jî mudaxele bike bila rêzdarî nîşanî mafê demokratîk ên gel bide. Em dixwazin hikûmet di çarçoveya qanûnan de bi awayekî hestyar tevbigere û derfet bide ku çalakî di çarçoveyeke demokratîk de pêk bên.

Kobanê li tevahiya cîhanê li dijî wehşet û êrîşkariya DAIŞ’ê bûye sembol. Mezinkirina piştgirî û piştevaniya ji bo Kobanê wê ji bo pêşîlêgirtin û şûndevegerandina DAIŞ’ê ya li Iraq û Sûriyeyê hest û fikrerek hevpar bi xwe re bîne.

Em bawer dikin ku wê yên ku li Kobanê li ber xwe didin û yên ku destekê didin vê berxwedanê qezenç bikin.”