Girtiyên Doza Biryargeha Şoreşgerî ya ku li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê ye diyar kirin ku ji yekê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger kirine û diyar kir divê her kes zêdetir bikeve nava hewldanan.
Greva birçîbûnê ya ku di 12’ê îlonê de bi pêşengiya 60 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest pê kir û di nava du hefteyan de gihişt 700 girtiyan û 5’ê mijdarê gihişt 10 hezar girtiye. Her wiha li bendê ye ku ev hejmar zêdetir be.
Ji hikûmebetê bo daxwazên girtiyan bersiveke erênî û şênber nayê dayîn. Li Girtîgeha hejmar 1 û 2 a Tîpa F ya Tekîrdagê girtiyên Biryargeha Şoreşgerî yên ku 9ê cotmehê de ketibûn greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger, çalakiya xwe vegerandin ya bêdem û dorneveger.
Cemal Bozkurt li ser navê girtiyan daxuyaniyek da û diyar kir ku ji 1’ê mijdarê ve di grevê de ne û got hêzên şoreşger-sosyalîst piştigiriya pêwist dane çalakiya herî mezin a di girtîgehan de hatiye destpêkirin. Bozkurt da zanîn ku çalakiyên piştgiriyê yên derve divê bi hêztir bikin û wiha got: “Li hemberî van çalakiyên dîrokî yên girîng hêzên sosyalîst û şoreşger piştgiriya xwe danin. Ev jî mirovan têk dibe. Di esasa xwe de ev çalakiya me ji bo vê kêmasiyê bersiveke. Me weke kesên doza Biryargeha Şoreşger çalakiya xwe veguhert çalakiya bê dem û dorneveger. Bi vê wesîleyê em bang li hemû hêzên şoreşger û sosyalîst yên Tirkiyeyê dikin ku bila zêdetir tevli bibin.”